Serok Barzanî: Êrîşa li ser Kormorê karwanê pêşkeftina Herêma Kurdistanê ranawestîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 2ê Berçile pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Japonê kir ku ji Berpirsê Dosyeya Rojhilata Navîn û Iraqê li Wezareta Derve ya Japonê Masamichi Sugaya, Balyozê Japonê li Iraqê Akira Endo û çend dîplomatkarên din ên Japonî pêk dihat.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de şanda mêvan ji ber serkeftina PDKê û bidestxistina zêdetirî yek milyon dengan, pîrozbahî li Serok Barzanî kir û ev yek wekî nîşaneke zelal a pêgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di nava gel de dît. 

Herwiha şandê pesnê wê vejîn û pêşkeftinê dan ku li Herêma Kurdistanê pêk hatiye û ev yek wekî sedemeke girîng ji bo geşedana veberhênana biyanî binav kirin û amadebûna welatê xwe jî ragihandin ji bo pêşxistina peywendiyan di warên cûrbicûr de bi Herêma Kurdistanê re.

Baregeha Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, şanda Wezareta Derve ya Japonê nîgeraniya xwe ji bo êrîşa vê dawiyê ya li ser kêlgeha Kormorê nîşan da û tevî şermezarkirinê ragihand ku ev êrîş li dijî aramiya wize û aboriya Iraq û herêmê ne.

Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî tevî bixêrhatina germ a ji şanda mêvan re, pêşwazî li pêşxistina peywendiyên her du aliyan kir û ragihand ku gelê Kurdistanê her tim nêrîneke wan a erênî ji bo gel, dewlet û şaristaniyeta Japonê hebûye. 

Serok Barzanî amaje bi sedemên li pişt êrîşa li ser Kormorê kir û ragihand: "Ev cure êrîş û gef nikarin karwanê pêşkeftina Herêmê rawestînin."

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serok Barzanî ronahî xiste ser proseya siyasî ya Iraqê, qonaxa piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, kêmûkurniyên yasaya hilbijartinê û astengên li pêşiya proseya siyasî li Iraqê.

Paşeroja Kurdan li Sûriyeyê û pêngavên proseya aştiyê li Tirkiyeyê, mijarên din ên wê hevdîtinê bûn.

 
 
Fly Erbil Advertisment