Baregayê Barzanî: Me digot qey Xudê Devlet Bahçeli bihîdayet kiriye

Baregayê Barzanî
Baregayê Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî bersiva daxuyaniyeka Devlet Bahçeli li ser serdana Serok Barzanî ji bo Cizîrê û tevlîbûna wî ya di Sempozyûma Melayê Cizîrî de da. Ev jî tekista wê ye:

Mixabin, Devlet Bahçeli li ser serdana Serok Barzanî ji bo Cizîrê û tevlîbûna wî ya di Sempozyûma Melayê Cizîrî de dîsa li gorî zîhniyeta şovenî axiftiye û daxuyanî daye ku ji hemî urfan dûr e û xizmeta tu aliyan nake.

Gotinên Bahçeli di demekê de ne ku hemî ew hûrgiliyên ewlehiyê û rênimayên ji bo serdana Serok Barzanî hatibûn bicihanîn li gorî peymaneka protokolî ya di navbera dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de bûn.

Tevî wê yekê jî her car di dema serdana rayedarên payebilind ên Tirkiyeyê ji bo Herêma Kurdistanê de jî yekîneyên leşkerî yên taybet ên Tirkiyeyê bi wan re hatine û tu pirsgirêk çê nebûne.

Serdana Serok Barzanî ji bo pêvajoya aştiyê piştgirî bû ku Bahçeli îdîa dike ku piştgiriyê dide wê.

Me difikirî ku Xudê Devlet Bahçeli bihîdayet kiriye û dest ji nijadperestî û şovenîzmê berdaye, lê eşkere ye ku ew hîn jî gurê gewr ê caran di pîstê mîhan de ye.

 

Berdevkê Baregayê Barzanî

02ê Berçileya 2025ê

 
 
Fly Erbil Advertisment