Neteweyên Yekgirtî: Divê Îsraîl ji Colanê vekişe
Navenda Nûçeyan (K24) – Komela Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) biryarnameyek pesend kir ku tê de hebûna Îsraîlê ya li bilindahiyên Colanê yên Sûriyeyê wekî "deryasayî" binav dike û daxwaz dike ku Îsraîl vekişe ser sînorên 4ê Hezîrana 1967an.
Reşnivîsa biryarê ku ji aliyê Misirê ve hatibû amadekirin, bi 123 dengên "Erê", 7 dengên "Na" û 41 dengên "Bêalî" hate qebûlkirin.
Di biryarnameyê de, gava Îsraîlê ya 14ê Çileya 1981ê, ku tê de yasa û desthilata xwe ya dadwerî li ser Colanê ferz kiribû, wekî "pûç û bê bingeha yasayî" hate pênasekirin.
NY tekezî li ser wê yekê kir ku berdewamiya dagirkirina Colanê, astengek e li pêşiya gihîştina bi aştiyeke dadperwer û domdar li navçeyê. Di vê çarçoveyê de, daxwaz ji Îsraîlê hate kirin ku biryarên Encûmena Asayişê cîbicî bike û ji hemû axa dagirkirî vekişe.
Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar meha borî ragihandibû, her çend e welatê wî dixwaze peywendiyan bi Sûriye û Libnanê re asayî bike, lê bilindahiyên Colanê dê di her rêkeftinekê de wekî "beşekî danebirî" yê Îsraîlê bimîne.
