Jîngehparêz hişyariyê didin: Daristanên Zagrosê bi qaçaxî tên birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Metirsiya jinavçûnê li ser daristanên Çiyayê Zagrosê li Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Ji bilî nexweşî, hişkesalî û şewatan, destê qaçaxçiyan jî bûye sedema wêrankirina xwezaya herêmê.

Di rojên borî de, qaçaxçiyên daran derbasî daristanên gundê Dirole yê ser bi bajarê Baneyê li parêzgeha Sineyê bûn. Li gorî zanyariyan, bi sedan darên vê herêmê hatine birîn û rûbereke berfireh ji daristanan hatiye jinavbirin.

Xelkê gundê Dirole nerazîbûneke tund nîşan dan û daxwaza destêwerdana lezgîn a hikûmetê dikin. Welatiyê bi navê Mihemed Xeramanî got: "Eger hikûmet rêgirtinê neke, em ê bixwe gavan bavêjin. Em amade ne ku xwîna xwe jî bidin da ku rê nedin birîna darên xwe."

Endamê Desteya Rêveberiya Encûmena Jîngehparêz a Pajînê Hamîd Nesrarî diyar kir, ev daristan ji bo gundiyan çavkaniya jiyanê ne û got: "Mixabin ciwanên me neçar dimînin ku ji bo parastina xwezaya xwe canê xwe bixin xetereyê."

Rûbera daristanên Zagrosê bi giştî 6 milyon hektar e ku nêzîkî 3 milyon hektarê wê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev daristan di salên dawî de ji ber şewatên mezin, hişkesalî û nexweşiya kurmê daran ziyaneke mezin dîtine.

Endama Encûmena Jîngehparêz a Pajînê Zuhre Remezanî jî birîna daran wekî "xiyaneta li welat" pênase kir û got: "Hêvîdar im careke din karesatên wiha dubare nebin."

Ligel hemû metirsiyên siruştî, niha qaçaxçî û bazirganên daran bûne gefeke nû û cidî li ser vî samanê niştimanî.

 
Fly Erbil Advertisment