Pêleke nû ya baranê ber bi Kurdistanê ve tê
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniya Iraqê ragihand, pêleke nû ya baranê ber bi parêzgehên Herêma Kurdistanê û navçeyên rojhilatê Iraqê ve tê. Ev pêl dê bi xwe re guherîna leza bayê û daketina pileyên germê jî bîne.
Li gorî rapora Desteyê ku îro 1ê Berçileyê hatiye belavkirin, bandora vê pêlê dê ji îro ve dest pê bike û asîmanê Herêma Kurdistanê bi ewrên baranî dê bê girtin. Tê pêşbînîkirin ku herçend ev pêl demkurt be jî, dê guherînên berbiçav di keşûhewayê de çêbike.
Amaje bi wê hat kirin jî, li navçeyên rojavayê Iraqê keşûhewa dê ciyawaz be. Li wan deveran leza bayê zêde dibe û pêleke sermayê dê bandorê bike, ku ev jî dibe sedema daketineke berbiçav a pileyên germê.
Hat destnîşankirin jî, rewşa baranbarînê ya îsal heta niha ne baş e. Ji destpêka demsala baranê ve heta niha, navçeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê tenê rastî yek pêla bi bandor a baranê hatine. Ev di demekê de ye ku di salên borî de di heman demê de çendîn pêlên bihêz herêm digirtin.
