Beyan Samî: Têkiliyên Amerîka û Kurdistanê di asteka bilind de ne

Beyan Samî Ebdirehman
Beyan Samî Ebdirehman

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendeka Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, Konsulxaneya Amerîkayê ya nû konsulxaneya herî mezin a cîhanê ye.

Şêwirmenda Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdirehman îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Konsulxaneya Amerîkayê ya nû konsulxaneya herî mezin a cîhanê ye, heta ji gelek balyozxaneyan jî mezintir e. Ev jî nîşan dide ku, têkiliyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê xurt in û di asteka pir bilind de ne.”

Beyan Samî Ebdirehman herwesa got: "Wekî ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê eşkere kir, bingeha têkiliyên Iraq û Amerîkayê Herêma Kurdistanê ye, û ev peyameka siyasî ya girîng e."

Şêwirmenda navbirî amaje jî da ku, Herêma Kurdistanê gelek dost li Amerîkayê hene, têkiliyên wê ne tenê di çarçoveya leşkerî de ne, belkî Amerîka dixwaze têkiliyên xwe di warê veberhênan û çandê de berfirehtir bike.

Wê eşkere jî kir: "Vekirina vê konsulxaneyê di demekê de ye ku rêveberiya Trump plan dike ku hejmareka konsulxaneyan bigire, lê têkiliyên me yên dîplomatîk bi wî welatî re dê berfirehtir bibin, her çend em di nav Iraqê de wekî herêmekê ne, lê gelek welat wekî welatekê serbixwe serederiyê bi Herêma Kurdistanê û serkirdeyên wê re dikin.”

Avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) hat vekirin, ku wekî konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê li cîhanê tê hesibandin.

Xerciya avahiya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya nû li Hewlêrê, ku kevirê wê yê bingehîn li sala 2018ê hatiye danîn, zêdetirî 795 milyon dolaran bûye û li ser rûberê 206 hezar metrên ducarkî hatiye çêkirin.

 
Fly Erbil Advertisment