K24 naveroka raporta Komîteya Lêkolînên Êrîşa Kormorê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê got: “Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û li ser wê êrîşa ku li ser Zeviya Gazê ya Kormorê hatiye kirin bi Serokwezîrê Iraqê re civiya.”

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Dîlan Barzan îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) got: “Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li Bexdayê ye û li gorî zanyaran, ew komîteya ku ji bo êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê hatibû çêkirin raporta xwe daye Serokwezîrê Îraqê.”

Dîlan Barzan herwesa got: "Wezîrê Navxwe yê Iraqê û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Îstîxbarata Iraqê bi Serokwezîrê Iraqê re civiyan û raporta xwe ya dawiyê pêşkêşî wî kir."

Peyamnêrê K24ê amaje jî da: “Li gorî çavkaniyeka leşkerî ya payebilind, di wê raportê de hatiye gotin ku cihê wê êrîşa mûşekî hatiye destnîşankirin û li sînorê Xurmatûyê hatiye kirin, lê tiştê ku nehatiye behskirin bikerên wê êrîşê ne.”

Peyamnêrê navbirî eşkere jî kir ku, li wê devera ku ew êrîş lê hatiye kirin, komên çekdar ên girêdayî Heşda Şeibî hene.

Nêzî saet 23:30 ê roja Çarşemê (26ê Mijdara 2025ê) bi rêya dronan êrîşî ser Zeviya Gazê ya Kormorê li qezaya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin, ku bû sedema rawestandina berhemanîna gazê li wê zeviyê û hinardekirina gazê ji bo hemî westgehên elektrîkê.

 
Fly Erbil Advertisment