Nêçîrvan Barzanî û Michael Rigas cezakirina bikerên êrîşa Kormorê tekez kir

Nêçîrvan Barzanî û Michael Rigas
Nêçîrvan Barzanî û Michael Rigas

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazîya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir û pê re hin mijarên girîng nîqaş kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) pêşwazîya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas kir, ku ji bo vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amrîkayê li Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Di wê hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina Rigas kir, spasiya serdana wî kir û tekez kir ku, ev serdan nîşana pabendbûna Amerîkayê ye ji bo berdewamiya têkiliyên demdirêj û stratejîk bi Iraq û Herêma Kurdistanê re. Herwesa spasiya Amerîkayê kir, ji ber piştgirî û alîkariyên wê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di hemî waran de.

Herdu aliyan behsa rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê kir û bal kişand ser armanckirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê. Di vî warî de, wan êrîşa dawiyê ya li ser Zeviya Gazê ya Kormorê şermezar kir û tekez kir ku, divê biker bên darizandin û çek tenê di destê dewletê de bin.

Têkiliyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê, metirsiyên DAIŞê, pêşketinên dawiyê yên deverê û çend mijarên din ên ji bo herdu aliyan girîng jî di wê civînê de hatin nîqaşkirin.

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û hejmareka rayedaran jî tevlî vê civînê bûbûn.

 
Fly Erbil Advertisment