Serok Barzanî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas û şandeka Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê re civiya û pê re hin mijarên girîng nîqaş kirin.
Baregeha Barzanî parve kiriye ku, Serok Barzanî îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) li Hewlêrê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas û şandeka Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê re civiya.
Di civînê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê anî ziman û serkeftina pêvajoya hilbijartinên Parlementoya Iraqê û serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir, herwesa spasiya Serok Barzanî kir ji ber rola wî di pêşvebirina Herêma Kurdistanê, şerê li dijî terorê û parastina aramî û ewlehiya deverê de.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwesa behsa berdewamî û berfirehkirina têkiliyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de di hemî waran de kir û vekirina mezintirîn avahiyê Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê wekî pêngaveka girîng wesif kir.
Rigas herwesa ragihand ku, vekirina mezintirîn Konsulxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê peyameka eşkere ye ku Amerîka ligel Herêma Kurdistanê ya bihêz, tena, aram û avedan e. Herwesa got ku, ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn girîng e û Amerîka jî piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê.
Her di wê civînê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê êrîşa li ser Kormorê bi tundî şermezar kir û daxwaza rawestandina van kiryarên wêranker kir.
Serok Barzanî jî her di wê hevdîtinê de îro wekî rojeka dîrokî di têkiliyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de wesif kir ku mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Hewlêrê hatiye vekirin.
Serok Barzanî herwesa behsa dîroka tepeserkirina gelê Kurdistanê ji aliyê rejîmên Iraqê yên li pey hev kir û ragihand ku, ew derfeta ku di serhildanê de ji bo gelê Kurdistanê çê bû û rola ku Amerîkayê û Encûmena Ewlekariyê di avakirina herêmeka dijefirîn de ji bo parastina Kurdistanê de hebû, hişt ku Herêma Kurdistanê ji vê derfetê feydeyî werbigire û pêvajoyeka demokratîk ava bike û bi rêya hilbijartinan hikûmet û parlemento û dezgehên Herêma Kurdistanê ava bike.
Serok Barzanî herwesa behsa rola girîng a Amerîkayê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de kir û got ku, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di vî şerî de gelek şehîd û qurbanî dane, lê heke piştgiriya Amerîkayê neba, qurbanî dê zêdetir bûban.
Serok Barzanî herwesa bal kişand ser rola girîng a Amerîkayê li deverê û rêz û spasiyên gelê Kurdistanê pêşkêşî Amerîkayê kirin û ragihand ku, gelê Kurdistanê gelekê dilsoz e li beranberî wê piştgirî û alîkariya ku Amerîkayê pêşkêşî wan kiriye ye û piştgiriya xwe ji bo berdewamî û baştirkirina têkiliyên di navbera herdu aliyan de di warên cuda cuda de nîşan daye.
