Jiyana hunermend Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî dibe fîlm

Navenda Nûçeyan (K24) – Jiyan û hunera yek ji stûnên sereke yên mûzîk û strana Kurdî, Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî, bi fîlmekî dokumentarî tê belgekirin.

Serokê Komîsyona Çandî û Civakî ya Şaredariya Sineyê Seyfullah Rezayî îro 4ê Berçile ragihand, jiyannameya vî hunermendê mezin ê Rojhilatê Kurdistanê, bi piştgiriya Encûmena Bajarê Sineyê û berpirsên parêzgehê, dibe, mijara fîlmekî dokyûmentarî.

Rezayî di civîna komîsyonê de diyar kir, tevî hemû pirsgirêkên darayî yên şaredarî û parêzgehê, ew vê xebatê wekî erkekî ser milê xwe dibînin. Herwiha got: "Ev fîlm padaştek e ji bo paşxana hunerî û çandî ya dewlemend a parêzgeha Sineyê, ku her tim dergûşa huner, mûzîk û çandê bûye."

Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî kî ye?

Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî (1882-1937), wekî yek ji damezrîner û pêşengên mûzîka klasîk a Kurdî tê naskirin. Ew xwediyê dengekî bêhempa û şarezayê meqamên resen ên Kurdî bû. Wî helbestên şairên mezin ên Kurd bi awayekî hostayî kirine stran û bandoreke kûr li ser nifşên pey xwe hiştiye.

Piştî bidawîhatina Şerê Cîhanî yê Yekem, wî 14 stranên xwe li ser plakan tomar kirine. Stranên wî yên wekî "Yar Xezal", "Derdê Hicran", "Hey Nabê Nabê" û "Roja Heşrê" heta roja îro jî di nava gel de zindî ne.

Seyîd Elî Esxerî di sala 1937an de di temenê 55 saliyê de koça dawî kir û li gundê xwe Selewatawayê hat veşartin.

 
Fly Erbil Advertisment