Bo cara yekem Şandeke Encûmena Asayişa Navdewletî serdana Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerên 15 welatên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî ve, îro 4ê Berçile gihîştin Sûriyeyê. Ev serdan piştî nêzîkî salekê ji rûxandina desthilata serokê berê Beşar Esed pêk tê û di dîroka encûmenê de serdana yekem a fermî ye bo vî welatî.

Li gorî Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA), şandeya navdewletî di deriyê sînorî yê "Jidêdet Yabûs" a li ser sînorê Libnanê re derbasî nava axa Sûriyeyê bûye.

Şandeya navdewletî yekser piştî gihîştina xwe, berê xwe da taxa Cobar a li derdora Şamê. Armanca vê serdanê ew bû ku ji nêz ve çavdêriya wêraniya mezin û xirabiya ku ji ber şer li vê taxê çêbûye, bikin.

Biryar e şande li Şamê ligel berpirsên desthilata nû û nûnerên civaka sivîl bicive.

Balyozê Slovenyayê li Neteweyên Yekbûyî Samuel Zbogar, ku welatê wî serokatiya vê mehê ya Encûmena Asayişê dike, diyar kir ku ev serdan di "demeke çarenivîsaz" de pêk tê.

Zbogar got: "Ev serdana yekem a fermî ya Encûmena Asayişê ye bo Rojhilata Navîn di 6 salên borî de û bo Sûriyeyê jî serdana yekem e."

Herwiha tekez kir, armanca serdanê nîşandana piştgirî û hevgirtinê ji bo Sûriye û Libnanê, têgihiştina astengiyên heyî û gihandina peyamên derbarê qonaxa bê de ye.

Ev serdan hevdem e ligel hewldanên Neteweyên Yekgirtî ji bo xurtkirina hebûna xwe li Sûriyeyê, nemaze ku Encûmena Asayişê cezayên li ser hêzên "Şer'i" yên ku desthilata Esed rûxandibûn, rakirin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY, Stephane Dujarric jî hêvî xwest ku ev serdan bibe sedema bihêzkirina diyaloga di navbera Neteweyên Yekgirtî û Sûriyeyê de.

Tê payîn ku piştî Sûriyeyê, rawestgeha duyemîn a şandeya Encûmena Asayişê, welatê Libnanê be.

 
Fly Erbil Advertisment