Kardînal Lwîs Sako: Em Xiristiyanan nakin sotemeniya şerê xelkê din

Kardînal Lwîs Sako
Kardînal Lwîs Sako

Navenda Nûçeyan (K24) - Di bertekeka tund de li beranberî destdirêjîkirina li ser goristana Xiristiyanan a li Koyeyê, Patrîkiya Kildanî got ku, ew êdî qebûl nakin ku bibin qurbaniyên hevrikiyekê ku ew tê de ne alî ne. Herwesa haydarî da ku eger ewlehî neyê misogerkirin û tawanbar neyên cezakirin, deriyê pêleka din a koçkirina Xiristiyanan dê bê vekirin.

Patrîkiya Kildanî, bi serokatiya Kardînal Lwîs Rafaêl Sako, beyannameyeka tund belav kir û tê de êrîşa li ser goristana Xiristiyanan a li bajarkê Koyeyê bi tundtirîn reng şermezar kir.

Patrîkiya navbirî ew kiryar wekî destdirêjiyeka tawankarî û redkirî ji hêla exlaqî û olî ve wesif kir.

Li ser asta siyasî û civakî, peyama Kardînal Sako tekez kir ku Xiristiyanan di demên borî de ji bo gelek pevçûnên ku ew ne parek jê bûn xûkeka giran daye, ji ber vê yekê ew red dikin ku bibin sotemenî ji bo agirê duberekiyên xelkê din û ji bo yekalîkirina hesabên aliyan bên bikaranîn.

Patrîkiya Kildanî bang li berpirsên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, divê vekolaneka berfireh bike û tawanbaran bide dadgehê da ku bigihin cezayê xwe yê dadperwerane.

Bi dîtina wan, ev pêngav ne tenê ji bo cezakirinê ye, belkî yekane rê ye ku Xiristiyan xwe ewle û parastî hîs bikin. Berevajî vê, heke ev piştrastbûn nebe, xetera destpêkirina pêla koçkirina girseyî ya Xiristiyanan heye.

Tevî wê jî, Patrîkiya Kildanî baweriya xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicihanîna dadperweriyê nû kir.

 
Fly Erbil Advertisment