Şandeya Encûmena Asayişê li Şamê piştgirî da 'Sûriyeya Nû'
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo piştgiriya qonaxa veguhêz a desthilatê û vekirina deriyên cîhanê li ber Şamê, şandeyeke bilind a Encûmena Asayişa Navdewletî gihîşt Sûriyeyê.
Şandeya navdewletî di deriyê sînorî yê Jidêdet Yabûs re derbasî nava axa Sûriyeyê bû û ji aliyê Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û berpirsên bilind ên welêt ve hat pêşwazîkirin.
Şandeyê destpêkê serdana taxa Cobar a Şamê kir ku wekî sembola wêraniyê tê naskirin. Armanca vê serdanê ew bû ku ji nêz ve dîmenên trajedî yên şer û wêraniya ku hatiye serê binesaziya welêt bibînin. Piştre şandeyê li navçeyên dîrokî yên Şama Kevin geriya.
Di çarçoveya hevdîtinan de, serokê şandeyê ragihand ku armanca wan a sereke gihandina peyama hevsoziya civaka navdewletî ye ji bo "Sûriyeya Nû".
Serokê şandeyê soz da ku Encûmena Ewlekariyê dê bi hemû şiyan û ezmûna xwe ve, ji bo derbaskirina qeyranan û avakirina paşerojeke baştir, mil bi milê gelê Sûriyeyê bisekine.
Di civînên ligel nûnerên civaka sivîl û hikûmetê de, dosyeyên hestiyar hatin gotûbêjkirin. Mijarên sereke yên civînan; jinûve avakirina welêt û amadekirina zemîna guncaw ji bo vegera koçber û penaberan bûn.
