Reuters: Berpirsên rejîma Esed bi milyonan dolar xerc dikin da ku desthilata xwe vegerînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî lêkolîneke Ajansa Reutersê ku îro 5ê Berçile belav bûye, hinek berpirsên payebilind ên rejîma rûxandî ya Beşar Esed ku reviyane Moskoyê, dest bi amadekariyên leşkerî kirine. Armanca wan ew e ku bi xerckirina bi milyonan dolaran, li dijî hikûmeta nû ya Sûriyeyê şer bidin destpêkirin û desthilata xwe vegerînin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ew berpirsên rejîma berê, hewl didin hêzên çekdar ji nû ve birêxistin bikin û mîlîsan kom bikin.

Li gorî zanyariyan, Rêveberê Îstixbarata Berê Lîwa Kemal Hesen û pismamê Esed ê milyarder Ramî Mexlûf, di nava pêşbirkê de ne, da ku mîlîsan li peravên Sûriye û Libnanê ava bikin. Ev hewldan bi taybetî li ser pêkhateya Elewî ku têkiliyeke wan a dîrokî bi malbata Esed re heye, têne kirin.

Lêkolîna Reutersê aşkere dike, ev her du alî û hinekên din, mûçeyên zêdetirî 50 hezar çekdaran dabîn dikin, da ku dilsoziya wan bi dest bixin.

Di heman demê de, şerekî veşartî ji bo kontrolkirina tora lojîstîkî dimeşînin. Ev tor ji 14 odeyên operasyonê yên jêrzemîn pêk tê ku di rojên dawî yên desthilata dîktatoriyê de bi çek û cebilxaneyan hatibûn tijîkirin.

Çavkaniyên nêzîk ji Reutersê re ragihandine; her çiqas Beşar Esed ku ji Berçileya borî ve li Rûsyayê dijî, bi rewşa xwe qayîl be jî, lê derdora wî û bi taybetî birayê wî hîn xeyala vegerê dikin.

Li hember van planan, hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo pûçkirina van hewldanan, kesayetekî nêzîkî Serokê nû (ku hevalê zaroktiya wî ye) raspartiye da ku rûbirûyê van komên nû bibe.

 
Fly Erbil Advertisment