Peyama Ocalan di Konferansa Aştiyê de: Dem dema sosyalîzma demokratîk û aştiyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), îro li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” lidar xist. Di konferansê de peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hat xwendin ku tê de tekezî li ser “ji nû ve avakirina sosyalîzmê bi rêya aştî û civaka demokratîk” kir.
Konferans îro 6ê Berçile li Stenbolê pêk hat û dê du rojan bidome. Siyasetmedar, hiqûqnas û aktîvîstên navneteweyî beşdarî konferansê bûn da ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a piştî banga 27’ê Sibatê binirxînin. Herwiha Veysî Aktaş peyama Ocalan di konferansê de xwend.
Peyama Ocalan: Komara demokratîk û civaka demokratîk
Di peyama xwe ya ji Girava Îmraliyê de, Abdullah Ocalan diyar kir ku di bin şert û mercên tecrîda 26 salan de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd danûstandinên bi dewletê re ji nû ve dest pê kirine. Ocalan destnîşan kir ku têkoşîna PKK’ê ya 52 salan a ji bo hebûn û rûmetê qediyaye û niha qonaxa “avakirinê” dest pê kiriye.
Ocalan got: “Îro dem dema li ser bingeha sosyalîzma demokratîk meşa ber bi rizgariya demokratîk ve ye. Ez bawer dikim ku em ê li şûna dewletê bi perspektîfa komara demokratîk, neteweya demokratîk û paradîgmaya civaka demokratîk a jin-azadîxwaz û ekolojîk bi ser bikevin.”
"Pêwendiya bi dewletê re û Entegrasyona Demokratîk"
Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser awayê têkiliya bi dewletê re û rola yasayan. Wî têkiliya xwe wiha pênase kir:
“Ez pêwendiya xwe li gel dewletê wek demokratîkbûnê binav dikim. Divê dewlet li jor civakê nebe, di navbera dewlet û civakê de yasa hebe. Bi stratejiya siyaseta demokratîk em dikarin ji nû ve civakê ava bikin. Bi derxistina yasayan jî bingeha aştiya mayînde ava dibe. Yasa dibe garantiya demokratîk ya navbera civak û dewletê û bi vê awayê pêşiya tundiyê tê girtin.”
Di berdewamiyê de Ocalan stratejiya xwe ya nû aşkere kir û got: “Ji ber vê min wek stratejiyeke nû behsa entegrasyona demokratîk kir. Sê prensîbên yasayî yên tevlîbûna demokratîk hene: Yasaya Hemwelatiyê azad, Yasaya aştî û civaka demokratîk û Yasayên azadiyê.”
Giringiya diyalogê li Rojhilata Navîn
Di dawiya peyamê de Ocalan bal kişand ser pêkhateya tevlihev a herêmê û got: “Li deverek ku wek Rojhilata Navîn ku gelek netewe û ol û mezheb di nava hev de ne, rêya herî baş diyalog û danûstandina demokratîk e, bi van dê gelek tişt bêne bidestxistin.”
