Amîna Zikrî: Nerîna Serok Barzanî ew e ku sed salên diyalogê ji saeteka şerî baştir in
Navenda Nûçeyan (K24) - Endameka Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di konferanseka navneteweyî ya girêdayî aştiyê li Stenbolê de, nerîna stratejîk a Serok Barzanî ji bo pirsa Kurdan û aramiya deverê eşkere kir.
Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîna Zikrî îro (Şemî, 6ê Berçileya 2025ê) di dema tevlîbûna xwe ya di konferanseka navneteweyî ya girêdayî aştiyê de li Stenbolê, nerîna stratejîk a Serok Barzanî ji bo pirsa Kurdan û aramiya deverê eşkere kir.
Li gorî xwendina wê Endama Mekteba Siyasî ya PDKê, felsefeya siyasî ya Serok Barzanî li ser bingeheke neguher hatiye damezrandin, ku ew jî baweriyeka temam bi diyalogê wekî yekane rêya gihîştina hevfêmkirinê di navbera gelan û çespandina demokrasiyê de ye.
Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîna Zikrî tekez jî kir ku, piştgiriya Serok Barzanî ji bo pêvajoya aştiyê li ser wê bingehê ye ku her çend diyalog dirêj bibe û heke sed salan jî bidomin, ew dîsa jî ji vebijarka şer û wêrankirinê çêtir e ji ber ku li dawiyê tenê bi rêya maseya diyalogê mimkin e ku jîngeheka xweş û aram ji bo gelan bê peydakirin.”
Amîna Zikrî di pareka din a gotinên xwe de behsa rola Serok Barzanî di navbeynkariya navbera hikûmeta Tirkiyeyê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan û HDPê de kir. Wê peyamê tekez jî kir ku, Serok Barzanî her tim ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan li Bakurê Kurdistanê bi rêyên şaristanî û siyasî, ne bi şer, pêşengî kiriye.
Wê Endama Mekteba Siyasî ya PDKê herwesa ragihand: “Mala Serok Barzanî dê ji bo hemî Kurdan wekî sîwaneka komkirinê bimîne û her pêngaveka ber bi aştiyê ve bê avêtin ne tenê dê pîroz bê dîtin, belkî bi hemî şiyanan dê piştgirî jî pê dayîn.
