Refîk Karakoç: Heta niha bo çareseriya pirsa kurd ti gav nehatine avêtin
Diyarbekir (K24) – Di pêvajoya çareseriya pirsa kurd de, komisyona Hevgistina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê amadekariya nivîsîna raportekê dike ku dê ev rapport bibe bingeha yasayên pêvajoyê. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin heta kuz iman û nasnameya kurdî bi yasayan neyên gerentîkirin pirsa kurd çareser nabe.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê piştî civîna xwe ya 19. li dar xist dest bi nivîsîna raportekê kir ku dê rapor li gorî axaftinên kesên di komîsyonê de axifîne were amadekirin ku heta niha 134 kes û sazî di komîsyonê de axifîne. Raportka ku ji aliyê komîsyonê ve tê amadekirin dê bo derxistina yasayên pêvajoyê jî bibe bingeh ku di hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re de daxwaza derxistina yasaya aştiyê hatibu kirin. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin divê yasayên ku werin derxistin bi xwe re aştî û çareseriyek mayînde bînin.
Parlementerê Dem Partî yê Wanê Sînan Çîftyurek ji K24ê re got: “Eger dewlet dixwaze pirsa kurd çareser bike gavên hiquqî û siyasî divê bavêje, gavên hiquqî serbestberdana Ocalan e, serbestberdana Demîrtaş û girtiyên doza kobanê ne, rakirina qeyuman e, gavên siyasî jî nasîna ziman û nasnameya kurd e, eger dewlet bi çavê lêborînê û tawanbariyê nêzîk bibe çareserî çênabe.”
Partiyên Kurdistanî jî derbarê pêvajoyê de balê dikêşin ku heta niha bo çareseriya pirsa kurd gavek nehatiye avêtin û gotinek nehatiye pêşkêşkirin, partiyên kurdistanî dibêjin divê siyasetmedarên kurd mafên rewa yên kurdan di pêvajoyê de derxin pêş.
Rêveberê Hak Parê Refîk Karakoç dibêje: “Bo ziman û nasnameya kurdî û mafê perwerdehiyê gavek nehatiye avêtin û bo Bakurê Kurdistanê jî statuyek nehatiye rojevê û ji xwe armanca wan a sereke ew e ku kurd li Rojava nebin xwedî statu. Divê siyasetmedarên kurd bibin yek û daxwaza mafên rewa yên neteweyî bikin.”
Siyasetmedarên kurd balê dikêşin yasayên werin derxistin divê ne li ser bingeha poşmanî û lêborînê bin, divê li ser bingeha wekhevî û dadperweriyê yasayên nu werin derxistin.