Nûnerê Trump ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê re: Paşeroj ya we hemûyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Sûriyeyê Tom Barrack, di yekemîn salvegera rûxandina rejîma Sûriyeyê de,  peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû pêkhateyên wî welatî kir.

Nûnerê Trump Tom Barrack îro 8ê Berçile peyamek li ser tora civakî ya "X" belav kir û tê de bal kişand ser qonaxa nû ya Sûriyeyê û got: "Şansekî nû ji bo aştiyê ye" 

Nûnerê Trump di peyama xwe de navê hemû pêkhateyan rêz kir û got:
"Ji bo her Sûriyeyeke - Sunnî, Elewî, Kurd, Xiristiyan, Durzî, Ereb, Tirkmen, Çerkez û hemû kesên ku vê xaka kevnar wekî warê xwe dibînin; piştî ewqas salên êş û azarê, îro em hêviya we ya hevbeş ku careke din şîn dibe, pîroz dikin. Ev şansekî nû ye ji bo aştî, yekîtî û bextewariyê. Paşeroj ya we hemûyan e."

Salvegera yekem a rûxandina rejîma Beşar Esed

Îro yekemîn salvegera rûxandina rejîma Beşar Esed e ku hêzên opozîsyona Sûriyeyê roja 8ê Berçileya 2024an derbasî nav Şamê bûn û dawî li desthilata 24 salan a rejîma Beşar Esed anîn.

Piştî guhertina desthilat û sîstema siyasî, di nava vê salê de, hikûmeta Şera karîbû tenê beşek ji wan ceza û dorpêçên ku welatên Rojava danîbûn ser Şamê, sivik bike.