DEM Partî: Salek derbas bû lê hikûmetê hîn jî ti pêngaveke yasayî neavêtiye

Stenbol (K24) –Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) li xwe mikûr tê ku pêvajoa aşitiyê giran bi rê ve diçe û digel ku salek e bi ser pêvajoyê derbas bûye, hikûmeta Tirkiyeyê zemîna yasayî ya pêvajoyê ava nekiriye. Ev yek jî pirs û gûmanên li ser pêvajoyê zêdetir dike. Lê ew hêvî dikin di nava çend mehên pêş de çaksaziyên ku bo pêvajoyê pêwîst in werin kirin.

DEM Partî, bi hinceta ku pêvajoya aşitiyê giran bi rê ve diçe gazindan ji hikûmeta Tirkiyeyê dike. Li gor DEM-Partiyê, piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî ya 27ê Sibatê PKKyê şêwaza têkoşîna xwe guhertiye û bi rawestandina şerê çekdariyê daxwaza siyaseta sivîl û demokratîk dike. Lê ji bo vê yekê jî divê dewleta Tirkiyeyê çaksaziyên yasayî yên bo pêvajoyê pêwîst in dereng nexe.

Berveka Dem Partiyê Ayşegûl Dogan ji K24ê re got: "Rast e, giran giran dimeşe. Ev rexnaeya me ye jî. Ev giranî fikar û gumanan zêdetir dike, em wê jî dizanin. Lê ew nayê wê wateyê ku em ji ber vê giraniyê bibêjin xetimandinek heye. Benda çi ye ev pêvajo? Benda yasayê ye. Her xalên ku hûn behs dikin; derheqê mafên, em bêjin Kurdan, derheqê mafê ziman de, derheqê qebûlkirina nasname, bîr, bawerî, nasname û zimanên cida ku li Tirkiyê dijîn, ev tiştên hane hemû girêdayî yasayî ne."

Hejmara aliyên ku di wê baweriyê de ne ku AK-Partî û MHP li ser pêvajoyê hevnêrîn nînin û lewma avêtina gavan dereng dikeve, ne kêm e. Lê parlamenterekî berê yê AK-Partiyê vê rexneyê red dike û dibêje, projeya dawîkirina şerê PKKyê ser hikûmeta AK-Partiyê ye.

Parlamenterê AK Partiyê Ahmet Faruk Ûnsal got: “Ev pêvajo, projeyeke dewleta Tirkiyeyê û ser AK-Partiyê û MHPyê ye. Îro ev her du partî rolên xwe yên cûda bo serxistina pêvajoyê hene. Çima pêvajo di pêşengtiya MHPyê de destpê kir? Ji ber ku dihat zanîn ku, dê aliyên dijî pêvajoyê derkevin dengdêrên rastgir û neteweperest bin. Lewma pêşiya ev kar dan ser milê MHPyê. Divê mirov cûdahiya şêwaza van her du partiyan wekî hevrikî nebîne. AK-Partî û MHP rolên xwe yên taybet digerînin.”

Digel ku zêdetir ji salek bi ser pêvajoya çareseriyê derbas bûye beramber gavên PKKyê yên rawestinda şerê çekdariyê û xwehilweşandinê, dewleta Tirkiyeyê ji bilî avakirina komîsyona pêvajoya aşitiyê û şandina wê komîsyonêba Ocalanî, çi gavên dî neavetiye.