Parêzgarê Dihokê: Li nêzîk rêya Êtût-Baedrê tê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Dihokê ragihand ku, rêya Êtût-Baedrê dê di demeka nêzîk de bê vekirin û dê bikeve ber xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê.
Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro (Duşemê, 8ê Berçileya 2025ê) ji Malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Heta niha %73 ji karên projeya rêya Êtût-Baedrê qediyane û dê di demeka nêzîk de ji hêla Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve bê vekirin û dê bikeve ber xizmeta welatiyan.”
Dirêjahiya wê rêyê 26 kîlometre ye û bi 135 milyar dînaran tê bicîhanîn. Li gorî gotina Parêzgarê Dihokê, ew proje ji sê qonaxan pêk tê. Qonaxa yekê qediyaye û qonaxên duyê û sêyê tên bicîhanîn û bi temambûna wê projeyê, tevaya rêya Hewlêr-Dihokê dibe dualî.
Wekî ku Elî Teter behs kir, ji bilî dabînkirina pêdivîtiyên sereke yên rêyeka pêşkeftî, projeya rêya Êtût-Baedrê 10 pir û jêrpiran vedigire ku pênc ji wan piran qediyane.
Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bihêzkirina jêrxaneya rêyan berdewam e; Xizmetkirina welatiyan û deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê serpişka karên wê ye.