UNHCR: Salek piştî rûxandina Esed, zêdetirî 3 milyon koçber vegeriyane malên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) di raporta xwe ya herî nû de eşkere kir ku piştî guhertinên siyasî û rûxandina rejîma Esed, zêdetirî 3 milyon koçberên Sûriyeyî vegeriyane ser cih û warên xwe.

UNHCR vê yekê wekî "derfeteke dîrokî" ji bo aramiyê bi nav dike, lê hişyariyê dide ku bêyî piştgiriya darayî ya bilez a navdewletî, proseya avedankirinê û vegera koçberan dikeve xetereyê.

Amarên vegerê: 1.2 milyon ji derve hatin

Li gorî amarên fermî yên Komîseriyê, ji Berçileya 2024an ve heta niha, zêdetirî 1.2 milyon penaber ji welatên cîran bi daxwaza xwe vegeriyane Sûriyeyê. Di heman demê de, 1.9 milyon koçberên navxweyî jî vegeriyane malên xwe.

Berpirsên Neteweyên Yekgirtî vê pêla vegerê wekî pêngaveke girîng ji bo kewandina birînên şer dibînin, lê tekez dikin ku hêj pêdiviyeke mezin bi alîkariya cîhanî heye daku ev hêviya nû ji nav neçe.

Di raportê de hûrgiliyên vegera penaberan ji welatên cîran wiha hatin rêzkirin:

- Ji Tirkiyeyê: Nêzîkî 560,000 penaber.

- Ji Urdinê: 170,000 penaber.

- Ji Misirê: Nêzîkî 28,000 penaber.

- Ji Libnanê: Heta dawiya meha 11an, dosyaya alîkariyê ya 379 hezar penaberan ji ber vegera wan bo Sûriyeyê hatiye girtin.

Komîseriyê di vê proseyê de alîkariya darayî, veguhastin û şêwirmendiya yasayî ji bo derxistina belgeyan pêşkêşî wan kiriye.

Tevî hêviyan, UNHCR tabloyek nebaş a rewşa navxweyî ya Sûriyeyê nîşan da. Jêrxana welêt ji ber şerê 14 salan wêran bûye; xizmetên wekî av, kareba û tenduristî di asteke nizm de ne.

Her wiha bermayiyên teqemeniyan metirsiyeke mezin in; tenê ji serê vê salê ve 577 kesan ji ber teqîna van bermayiyan jiyana xwe ji dest dane.

Qeyrana darayî û metirsiya koçberiya duyemîn

Di dawiya raportê de, UNHCR zengila metirsiyê lê da û ragihand, ji bo sala 2025an daxwaza 1.5 milyar dolarî kiribû, lê tenê ji sedî 33ê vê pereyê hatiye dabînkirin.

Raport destnîşan dike ku ev kurtehînana budçeyê, şiyana dabînkirina penageh û xizmetguzariyan sînordar dike. Eger rewşa jiyanê li navxwe neyê başkirin, metirsiya wê yekê heye ku proseya vegerê pûç bibe an jî xelk ji neçarî careke din koçber bibin.