Jiyana sirgûnî ya sê rewşenbîrên Kurd li ser dika şanoyê ye

Enqere (K24) – Li Enqereyê lîstîka şanoyê ya bi navê Sirgûn-Rîşa Pûç ku ji aliyê nivîskar û lîstikvan Ayhan Erkmen ve hatiye nivîsîn derket pêşbêrî temaşevanan. Di lîstikê de jiyana sirgûnî ya sê rewşenbîrên Kurd, Celadet Elî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun tê gotin. Erkmen jî dibêje; ‘Derdekî min heye û deynekî min heye’ ku bi vê lîstikê dixwazim deynê xwe bidim.

Rojên sirgûniyê yên Celadet Elî Bedirxan li Şamê, rojên sirgûniyê yên Erebê Şemo li Sibîryayê û pêvajoya vegera Mehmed Uzun a ber Amedê ve ji ber nexweşiya ku li Stockholmê pê ketibû. Çîrokbêj, nivîskar û lîstîkvan Ayhan Erkmen bi lîstika xwe ya Sirgûn-Rîşa Pûç li Enqerê derket pêşberî temaşevanên xwe û çîrokên sirgûniyê yên sê rewşenbîrên Kurd bi vegotinek û hestêke bêhampa zindî kir. 

Nivîskar û lîstikvan Ayhan Erkmen ji K24ê re got: “Derdekî min heye û deynekî min heye…Derdê min ew derd e ku ez xwe weke deyndarê Celadet Elî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun dibinim-di hêla hînbûna zimanê Kurdî de. Helbet Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanê û Eliyê Herîrî jî hene. Lê yên ku êş û jana sirgûniyê kişandin ev her sê mamosteyên minî Celadet Elî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun bûn. Di vê lîstikê de div ê şanoyê de dema bên temaşe bikin yê şexsê her sê lehengên min de dîroka me ya sedsalî ya kambax jî hîn bibin. Em çima ketin û em dê çawa rabin.”

Di lîstikê de çawa Celadet Elî Bedirxan behsa xwe dike, behsa dengbêj Ehmedê Fermanê Kikî jî dike. Dema Mehmed Uzun piştî nexweşiya penceşêrê vedigere Amedê, li ber nexweşxaneya ku lê dimîne kon tê vedan û dengbêj di wî konî de kilamên xwe dibêjin. Gava Erebê Şemo li Sibîryayê di sirgûnê de ye, ligel çîroka xwe, serpêhatiyên dengbêj Seyadê Şamê ku em dengê wî ji radyoya Erîvanê nas dikin jî vedibêje.

Biraziya Seyadê Şamê Berbang Şamê dibêje: “Ez biraziya Şamê Kekê me, Seyadê Şamê me, keça Xelfê Şamê me, di hevpeyvînan de bi kurtasî deng û jiyana apê min danîn. Zedê bextewar bûm kup ê re jî hêstiyar bûm.”

Nêviyê Şêx Seîd, Şêx Qasim Firat got: “Ev êşa di nav me de heye, hemû hilbijartiyên me, muhterêmên me, cangoriyên me li sirgûnan û li deverên din yên dinyayê de di eziyetê de mane û bi hesreta welatên xwe jiyane. Divê em ji van re rêz bigrin, li van xwedî derkevin.”

Nivîskar Ayhan Erkmen dibêje ku roja herî dijwar roja îroyîn ku nifşên nû van her sê nîvîskaran nizanin, kêm dizanin û naxwînin. Herwiha nameya ku Celadet Elî bedirxan ji Mustafa Kemal re şandiye jî di lîstikê de tê xwendin ku balkêş e lê pêvajoya îroyîn ya derbarê Kurdan de tîne ziman.