Qutbûna alîkariyên Bexdayê, awareyên Şingalê di xistine rewşeke dijwar
Dihok (K24) – Bi hatina werza zivistanê û baranê re, rewşa jiyana awareyên Şingalê, nemaze yên ku li derveyî kampan li sînorê parêzgeha Dihokê dijîn, gelek dijwar bûye. Aware gazinan ji Hikûmeta Iraqê dikin ku ew piştguh kirine û alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan nakin.
Rojane rewşa wan awareyên ku li derveyî kampan, di nav avahiyên nîvco û bin konan de dijîn, xirabtir dibe. Yek ji wan deveran nahiyeya Xankê ya ser bi Dihokê ve ye.
Nûrya Bereket ku jineke aware ya Şingalî ye ku li derveyî kampê dijî diyar dike ku hevjînê wê û sê birayên wî ji aliyê DAIŞê ve hatine şehîdkirin û ew niha bê xwedî mane.
Nûrya dibêje: "Rewşa me di vê kampê de pir pîs e. Di dema baranê de herî û av dikeve nav kon û cihê me. Kes alîkariya me nake. Em di bin van konan de perîşan bûne û ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan ve ti alîkariyek ji me re nayê."
Rêveberê Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan li Dihokê Pîr Deyan Cefer dibêje, li gorî amarên wan, zêdetirî 30 hezar malbatên aware yên Şingalê li deverên cuda yên parêzgeha Dihokê li derveyî kampan dijîn.
Pîr Deyan Cefer rexne li mekanîzmaya Hikûmeta Iraqê ya ji bo vegera awareyan girt û got: "Bexdayê biryar dabû ku heta 31ê Tîrmeha 2024an hemû kampan bigire û her malbatek ku vegere 4 milyon dînar bidiyê. Ev pere gellek kêm e. Tevî wê jî, 6 hezar malbatan navên xwe tomar kirin, lê tenê çekê pereyan ji bo 3 hezar malbatan hatiye û ji bo yên din dibêjin 'pere li bankan nîne'."
Azad Îlyas, yekî din ji awareyên Şingalê ye û daxwaz ji hikûmetê dike ku ferq û cudahiyê nexe navbera awareyên nav kampan û yên derve.
Li gorî zanyariyan, di çend salên borî de Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê nêzîkî %80 ji alîkariyên mirovî li ser van awareyan qut kirine. Di vê demê de, barê giran ê dabînkirina xizmetguzariyan û pêdiviyên jiyanê ketiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.