Îsraîlê li başûrê Libnanê êrîşî baregeh û navendên Hizbullahê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, wê bi rêya hêzên xwe yên asmanî, li çend deverên Başûrê Libnanê rêze êrîşên asmanî li dijî binesaziyên Hizbullahê pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, di çarçoveya van êrîşan de komelgeha perwerde û rahênanê ya ser bi yekîneya "Hêza Rezwan" a Hizbullahê hatiye armanckirin. Got jî, ev navend ji bo perwerdekirina çekdaran, bikaranîna çekên cuda û plansazkirina çalakiyên çekdarî yên li dijî artêş û welatiyên Îsraîlê dihate bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji bilî navenda perwerdeyê, avahiyên leşkerî û stasyoneke avêtina mûşekan a Hizbullahê jî hatine bombebarankirin. Îsraîlê destnîşan kir ku ev çalakiyên leşkerî yên Hizbullahê binpêkirina lihevkirinên di navbera Îsraîl û Libnanê de ne û gefê li ewlehiya herêmê dixwin.

Kanala 14an a Îsraîlê hûrgiliyên zêdetir derbarê êrîşan de belav kirin û ragihand, firokeyên şer pêleke êrîşan li dijî 13 armancan li Başûrê Libnanê pêk anîne. Di nav armancan de odeyên fermandariyê û cihên stratejîk hebûn.

Li gorî agahiyan, firokeyên şer bilindahiyên Çiyayê Tiffah, derdora Geliyê Romîn û derdora bajaroka Cibayê bombebaran kirine.

Saziya Weşanê ya Îsraîlê (KAN) jî ragihand, hêzên wan ên asmanî êrîşên xwe berfireh kirine û li bakurê Çemê Lîtanî jî çend xal kirine armanc. Kanala 12an a Îsraîlê li ser zarê çavkaniyeke ewlehiyê diyar kir, ev êrîş "beşek ji pêngavên rûtîn ên li dijî Hizbullahê ne".