Rubio: Xweşguzeraniya Sûriyeyê bi aştiya cîranan ve girêdayî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, ew berxwedana gelê Sûriyeyê bilind dinirxînin û piştevaniya xwe ya ji bo Sûriyeyeke aram û avadan dubare dikin.
Marco Rubio di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir, xweşguzeraniya Sûriyeyê girêdayî wê yekê ye ku bi hemû cîranên xwe re di nav aştiyê de bijî.
Rubio got jî: "Em berxwedana gelê Sûriyeyê bilind dinirxînin. Em piştgiriya xwe ji bo Sûriyeyeke aram û avadan dubare dikin; Sûriyeyeke ku hemû pêkhateyan li xwe bigire û bi hemû welatên cîran re bi aştî bijî."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha destnîşan kir, gavên hikûmeta Sûriyeyê û piştevaniya hevbeş a navdewletî ji bo Şamê girîng in.
Meha borî, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera di yekem serdana xwe ya bo Washingtonê de, li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiyabû û çend mijarên girîng gotûbêj kiribûn. Ev serdan, piştî sala 1946an yekem serdana fermî ya serokekî Sûriyeyê bo Amerîkayê bû.