Ji ber rabûna lehiyê rêya Silêmanî – Çemçemalê hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barana gur a ku ji demjimêrên serê sibê ve dest pê kiriye, li navenda bajarê Çemçemalê lehî rabû. Ji ber lehiyê rêya sereke ya navbera Çemçemal û Silêmaniyê hat girtin û gelek mal û otomobîl di bin avê de man.
Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Herêma Kurdistanê, di nava 24 demjimêrên borî de, li Çemçemalê 81.2 mîlîmetre û li navenda bajarê Silêmaniyê jî 61.3 mîlîmetre baran bariye.
Hat ragihandin, av ketiye nav gelek malan û welatiyên herêmê ji bo rizgarkirinê daxwaza alîkariyê ji tîmên hawarçûnê dikin.
Ji bilî metirsiya lehiyê, Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan a Hewlêrê hişyariyeke cidî da. Hat diyarkirin ku ji ber barana zêde û herikîna avê, metirsiya livîna mayînan û hatina wan bo ser rê û cihên niştecihbûnê heye.
Keşnasiyê pêşbînî kiriye ku ev pêla baranê heta sibe 10ê Berçile berdewam bike. Navenda Hevahengiya Hevbeş a Silêmaniyê jî duh hişyariya lehiyê dabû û ji welatiyan xwestibû ku di rewşên awarte de peywendiyê bi hejmara germ (100) re bikin.