Serokê CHPê: Aramiya Kurdan li Sûriyeyê bo Tirkiyeyê garantî ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Özgür Özel piştgiriya berdewam a partiya xwe ji bo pêvajoya aştiyê û çareseriya pirsa Kurdan li Tirkiye û Sûriyeyê tekez kir. Herwesa got ku, pirsa Kurdan dê berdewam bike heta ku Kurd bi xwe itîrafê bi çareserkirina wê dikin.
Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Özgür Özel amaje jî da ku, divê hikûmeta Tirkiyeyê budceya welatî li kirîna çek û cebilxaneyan xerc neke, belkî ji bo aştî û avedaniyê bi kar bîne. Herwesa daxwaza bicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên girêdayî Selahattin Demirtaş û girtiyên din kir.
Özgür Özel herwesa ragihand ku aramî û demokrasî ji bo Kurdên Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê garantiya aştiyê ye. Ji ber vê yekê jî, ew daxwaz dike ku mafên Kurd û Durziyan û hemî pêkhateyên Sûriyeyê di destûra bingehîn a wî welatî de bên misogerkirin.
Daxuyaniyên Özgür Özel di demekê de ne ku, li Tirkiyeyê tevgereka siyasî ya nû li ser pirsa Kurdan derketiye holê. Di demên borî de, Özel gelek caran tekez kiriye ku divê çareseriya pirsa Kurdan bi rengekê şefaf û di nav Parlementoya Tirkiyeyê de be.
Navbirî çar pîver jî ji bo vê pêvajoyê destnîşan kirine: navendîbûna parlementoyê, şefafî, dilsozî û hebûna peymaneka neteweyî. Ev pêngava CHPê piştî wê yekê tê ku, rayedarên din ên Tirkiyeyê, di nav de jî Serokê MHPê Devlet Bahçeli, behsa vekirinê û îhtîmala destpêkirina pêvajoya aştiyê kiriye.
Daxwaza Özel ji bo berdana Selahattin Demirtaş bi pêşketinên herî dawiyê yên di doza wî de re hevdem e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek caran biryara berdana Demirtaş daye û mana wî ya di zindanê de wekî binpêkirineka qanûnî û siyasî binav kiriye.
Di biryara xwe ya dawiyê de li Mijdara 2025ê, dadgeha navbirî îtîraza hikûmeta Tirkiyeyê red kir û biryara berdana Demirtaş kir biryara dawiyê û pabendker. Tevî vê yekê jî, Tirkiyeyê hîn biryara wê bi cîh neaniye.