Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan digihîne ziyandîtiyên lehiya Çemçemalê
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ragihand, li ser raspardeya Serok Barzanî, tîmên wan gihiştine navçeya Çemçemalê û dest bi dabeşkirina alîkariyan li ser welatiyên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine, kirine.
Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Îsmaîl Ebdulazîz îro 10ê Berçile ji Kurdistan24ê re ragihand, tîmên wan ên hawarçûna bilez ji bo gihandina alîkariyan bo qurbaniyên lehiyê, gihîştine navçeya Çemçemalê.
Îsmaîl Ebdulazîz diyar kir, piştî gihîştina tîman, dê nirxandin ji bo qebareya ziyanên lehiyê bê kirin, navên welatiyên ziyandîtî bên tomarkirin û li gorî pêwîstiyê alîkarî pêşkêşî wan bê kirin.
Wî berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî aşkere kir: "Niha 10 barhilgir alîkarî ber bi Çemçemalê ve bi rê ketine. Ev alîkarî ji cilûberg, kelûpelên nav malê, xwarin û pêdiviyên tendirustiyê pêk tên."
Herwiha tekez kir, ji sibeha îro ve dest bi dabeşkirina xwarinê li ser ziyandîtiyan hatiye kirin û got: "Heta ku welatî pêwîstiya wan bi me hebe, em ê di xizmeta wan de bin."
Duh Sêşemê 9ê Berçile, Qaymeqamê Çemçemalê Remk Remezan di konferanseke rojnamevanî de encamên karesatê aşkere kiribûn. Li gorî amarên fermî:
- Ziyanên Canî: 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 14 kesên din jî birîndar bûne.
- Ziyanên madî: Zêdetir ji 500 xanî û 100 dikanan ziyan dîtine. Herwiha 4 pir di sînorê qezayê de hilweşiyane û 6 fermangehên hikûmî jî zerar dîtine.
Qaymeqamê Çemçemalê amaje bi wê yekê jî kiribû ku karesateke bi vî rengî di dîroka navçeyê de cara yekem e rû dide.