Sirwe Resûl hûrgiliyên zirarên lehiyan û plana hawarhatinê eşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêvebera Giştî yê Navenda Hemahengiya Krîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, bandora pêla baranê û lehiyê li parêzgeha Silêmaniyê û Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê giran bû, ku ji bilî zirarên madî yên zêde, sê kes mirine û kesek jî winda bûye.
Rêvebera Giştî yê Navenda Hemahengiya Krîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl îro (Sêşem, 9ê Berçileya 2025ê) eşkere kir ku, ew rewşê ji nêz ve dişopînin. Amaje jî da ku, bandora wê pêlê li ser Silêmanî, Baziyan û Çemçemalê zêdetir bû lê bandor li parêzgehên din kêmtir bû.
Sirwe Resûl li ser zirarên canî jî amaje da ku, du kes ji ber lehiyan mirine û çarenivîsa kesekê din jî ne diyar e, herwesa termê xwendakreka nehsalî jî di nav heriya gundekî nahyeya Leylanê de hatiye dîtin.
Li gorî zanyarên Navenda Krîzan, zirarên canî gelek in û gelek embar, dikan, mal û bi dehan timbêl bi ber lehiyan keftine.
Ji bo rûbirûbûna wê rewşê jî, hevahengî bi Parêzgarê Silêmaniyê û fermangehên peywendîdar re hatiye kirin û alavên hikûmetê mijûlî vekirina rêyan û rakirina bermahiyên lehiyan e.
Herwesa ji ber meziniya ziraran, ji bilî dezgehên hikûmetê yên wekî Wezareta Avedankirinê û Desteya Veberhênanê, daxwaza alîkariyê ji sektora taybet, rêxistinan, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê û Heyva Sor hatiye kirin û ew hemî amade ne ku di hawara lêqewimiyan biçin.
Ev daxuyanî di demekê de ye ku, li nîvroya îro (Sêşem, 9ê Berçileya 2025ê) pêleka baranê ya bihêz berê xwe da Herêma Kurdistanê.
Barana dijwar li Çemçemal, Baziyan û Germiyanê bû sedema çêbûna lehiyên bihêz û daxistina hin rêyên sereke. Tîmên rizgarkirinê berdewam bizavê dikin ku welatiyên ku di nav lehiyê de asê mane rizgar bikin û rêyên girtî vekin.