Nêçîrvan Barzanî: Aliyên peywendîdar hatine erkdarkirin ku di hawara lêqewimiyan biçin

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku ew pêla baranê ya dijwar sînorê qezaya Çemçemalê vegirt û bû sedema rabûna lehiyê û zirarên canî, Serokê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ya zêde anî ziman amaje da ku, hemî dezgehên peywendîdar ên hikûmetê hatine erkdarkirin ku di hawara lêqewimiyan biçin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 9ê Berçileya 2025ê) peyameka hevxemiyê weşand û tê de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û hevxemiya xwe ji şêniyên deverê re tekez kir, û hêvî jî kir ku birîndar bi zûtirîn dem baş bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de tekez jî kir ku, ew di vê rewşa nebaş de piştgiriyê didin hemî xelkê Çemçemalê û kesên ku zirar gihîştiye wan.

Serokê Herêma Kurdistanê di vê çarçoveyê de jî amaje da ku, rênimayî bi aliyên peywendîdar ên hikûmetê hatine dayîn ku bi lez di hawara lêqewimiyan biçin û alîkariyên pêdivî pêşkêşî wan bikin, ji bo kêmkirina ziraran û parastina jiyana welatiyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî her îro peyameka hevxemiyê weşand û tê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên Çemçemalê re xwest û ji birîndaran re jî çareserbûneka bilez xwest.

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir ku, wî wezaretên peywendîdar û rêveberiyên xwecihî erkdar kirine ku di hawara lêqewimiyan biçin û her alîkariyeka pêdivî be pêşkêşî wan bikin.

Pêleka bihêz û giran a baranê duhî (Duşem, 8ê Berçileya 2025ê) piraniya parêzgeh û deverên Herêma Kurdistanê vegirtin, û ji ber barana zêde li hin deveran lehî rabû û zirarên canî û madî çê bûn.