Yekemîn karwanê nexweşên Talasemiyayê piştî neştergeriyê vegeriyan Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Koma yekem a nexweşên Talasemiyayê ku li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çareseriyê şandibûn derveyî welat, piştî encamdana neştergeriyên serkeftî vegeriyan Herêma Kurdistanê.
Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, îro 12ê Berçileyê, sê nexweşên Talasemiyayê piştî wergirtina çareseriyê, bi silametî gihîştin nav malbatên xwe.
Hat diyarkirin ku ji bo van nexweşan neştergeriya "çandina mêjiyê hestî" hatiye kirin û piştî derbasbûna nêzîkî 100 rojan bi ser neştergeriyê de û piştrastbûna ji serkeftina wê, vegeriyane malên xwe.
Hikûmet hemû xerciyan dide
Ev pêngav beşek e ji projeyeke stratejîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bidawîanîna êşa nexweşên Talasemiyayê. Hikûmetê hemû xerciyên vê proseyê girtine stûyê xwe, di nav de:
- Pîşkinîn û amadekarî.
- Vîze û bilêtên firokeyê.
- Lêçûna neştergerî û dermanan.
- Cihê mana nexweş, bexşerê mêjî û hevalên wan.
- 172 welatî li derveyî welat in
Wezareta Tendirustiyê amarên vê projeyê aşkere kirin û ragihand; heta niha 4 karwanên nexweşan hatine şandin. Di vê gavê de 172 welatiyên Herêma Kurdistanê (nexweş, bexşerên mêjî û hevalên wan) li derveyî welat di bin çavdêrî û çareseriyê de ne.
Herwiha hat ragihandin ku di rojên bê de, karwanê pêncem ê nexweşan jî dê were birêkirin.
Wezîrê Tendirustiyê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku bi awayekî rasterast çavdêriya vê projeya mirovî dike û hêviya jiyanê ji bo sedan malbatan vegerandiye.