Komeleya Jinên Kurd li Diyarbekirê pêşbirka “Dayîk û Zarokên Kurdîaxiv” lidar dixe

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bo handana axaftina bi kurdî pêşbirkek rengîn û cawaz tê li darxistin ku pêşbirka bi navê “Dayîk û Zarokên Kurdîaxiv” de kesên bibin yeke dê werin xelatkirin. Jinên ku vê pêşbirkê li dar dixin dibêjin ew dixwazin axaftina bi zimanê kurdî di hemu beşe jiyanê de belav bikin û bo vê yekê jî axaftina bi kurdî ya navbera dayîk û zarokan de gava destpêkê ya herî girîng e.  

Ji aliyê Komeleya Jinên Kurd ve li Diyarbekirê bo balkêşana ser bikaranîna zimanê kurdî pêşbirkek bi navê “Dayîk û Zarokên Kurdîaxiv” tê li darxistin. Jinên kurd bi taybetî dixwazin girîngiya keda jinên kurd bo zimanê kurdî nîşan bidin. 

Rêveberên Komeleya Jinên Kurd amaje dikin ku jinên kurd dîrokê de jî xwedî rolek girîng in û karine xebatên bibandor bikin û ew jî berdewamiya wê mîrata jinên kurd in. Serîlêdanên pêşbirkê dê heta 25ê berfanbarê berdewam bin û armancek jî ew e ku bi awayeke rêkupêk pêşbirkên vî rengî bidomin.

Berpirsa Giştî ya Komeleya Jinên Kurd Evîn Azad ji K24ê re got: “Em bi rêya medyaya civakî vîdeoyan distînin, dayîk û zarok vîdeoyên xwe yên ku bi hevre kurdî diaxifin ji me re dişinin û em jî wan vîdeoyan parve dikin, herî zêde kîjan video were temaşekirin û wer ecibandin ew video dibe yekem û xwediyên vîdeoyê bi 50 dolaran tên xelatkirin. Em dixwazin vê xebatê wek rêze pêşbirk bidomînin.”

Komeleya jinên kurd dide zanîn ku ew dixwazin zimanê kurdî bibe xwedî statu lê tiştên ku bi derfetên xwe bikaribin bo zimanê kurdî bikin jî hene ku bang li hemu saziyên sivîl dikin ku bo zimanê kurdî însiyatîfê wergirin.  

Rêvebera Komeleya Jinên Kurd Belqis Belo dibêje: “Ji xwe em dixwazin ku her kesê bikaribe sudê bide alîkariya vê xebatê bike. Me wek 7 jinên kurd dest bi vê xebatê kir, me komele vekir û niha pêşbirkan li dar dixin. Di warê zimanê kurdî de çi ji destê kî were bila bike û bil abi me re bikevin têkiliyê.”

Komeleya Jinên Kurd amaje dike ku pêşbirka bikaranîna zimanê kurdî wek dilopekê ye û eger partiyên siyasî, saziyên sivîl û karsaz piştgiriya vê xebatê bikin dê bibe wek deryayekê.