Li Balekayetiyê simoreyan daristanek pêşkêşî gundiyan kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Gezne yê ser bi devera Balekayetiyê ve, bûyereke balkêş a sirûştî balê dikişîne. Li vê deverê bêyî ku destê mirovan tê de hebe, simoreyan daristaneke mezin a gûzan ava kirine ku temenê wê zêdetirî sedsalekê ye.

Li gundê Gezne yê nahiyeya Simêlan, simoreyan dîrokeke keskahiyê tomar kirine. Ev ajelên jîr, zêdetirî 10 hezar darên gûzan çandine û xelkê deverê ev sed sal in wekî mîratgirên wan, berhema keda wan dixwin.

Çîroka daristanê çawa dest pê kir?

Devera Balekayetiyê ji ber keşûhewaya xwe ya sar, jîngeheke guncaw e ji bo darên gûzan. Simore di demsala payîzê de gûz û berûyan kom dikin û ji bo zivistanê di bin axê de vedişêrin. Lê gelek caran, ew cihê veşartina wan ji bîr dikin an jî ji ber şertên sirûştî nikarin bibînin. Ew tovên di bin axê de dimînin, şîn dibin û vediguherin daristaneke xweristî.

Darên 100 salî

Welatiyê gundê Gezneyê Silêman Xefûr ji Kurdistan24ê re ragihand, dirêjahiya vê daristana gûzan nêzîkî 3 kîlometreyan e û ji gundê wan dest pê dike heta digihîje sînorê Biradostê.

Silêman Xefûr got: "Li geliyê gundê me zêdetirî 10 hezar darên gûzan hene. Ji ber temenê wan ê zêde, qebareya wan gelekî mezin bûye. Hinek ji wan temenê wan 100 sal derbas kiriye, bilindahiya wan digihîje 20 metreyan û dora qurmê wan jî 3 metre û nîvan e."

Dabeşkirina berhemê

Gundî Mûşîr Ebdulwahid jî, behsa awayê komkirina berhema van daran kir û diyar kir ku ev bûye nerîteke civakî.

Ebdulwahid got: "Dîroka vê nerîtê vedigere beriya sala 1974an. Wê demê xelkê gund bi awayê zibare diçûn nava daristanê û gûz kom dikirin. Li gorî sîstemeke kevin a gund, berhem bi awayekî wekhev li ser 4 tayfeyên sereke yên gund tê dabeşkirin. Ev nerît heta niha jî berdewam e."

Dilsoziya ji bo simoreyan

Xelkê gundê Gezneyê rêzê li keda van "baxçewanên biçûk" digirin. Mihemed Mûşîr, ciwanekî gund e û çîrokeke wî ya taybet bi simoreyan re heye.

Mihemed diyar kir ku wî rojekê simoreyekî birîndar dîtiye ku ji darê ketibû xwarê. Wekî dilsoziyekê ji bo keda wan, wî ew simore biriye malê, derman kiriye û biryar daye heta ku bi temamî baş dibe xwedî bike, da ku paşê wî vegere nava sirûştê û ew jî berdewamiyê bide wê xeleka jiyanê ya ku sedsalek e herêmê pê zengîn dike.