Bîlançoya lehiyê: 5 qurbanî û zêdetirî 2 hezar malan ziyan dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Hevbeş a Hevahengiya Qeyranan li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, amarên ziyanên lehiya çend rojên borî aşkere kirin.

Navenda Hevbeş a Hemahengiya Qeyranan duh 11ê Berçileyê di raporekê de encamên wê pêla baran û lehiyê eşkere kirin ku ji 9ê mehê ve Herêma Kurdistanê li xwe girtiye.

Ziyanên canî û madî

Li gorî amarên Navenda Hevbeş a Hemahengiya Qeyranan, bîlanço wiha ye:

- Ziyanên Canî: Mixabin 5 welatiyan canê xwe ji dest dane û 19 kesên din jî birîndar bûne.

- Xanî û Mal: 2 hezar û 211 malan ziyan dîtine.

- Kargeh: Zêdetirî 215 dikan û marketan ziyan dîtine.

- Jêrxan: Zêdetirî 756 proje ziyanmend bûne.

Navendê amaje bi wê yekê kir jî, ev amarên destpêkê ne û hîn proseya tomarkirina ziyanan berdewam e. Tê pêşbînîkirin ku hejmar bilindtir bibin û di raporên dahatû de amarên dawî bên ragihandin.

Çi qewimîbû?

Roja Sêşemê 9ê Berçileya 2025an, pêleke bihêz a baranê li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî sînorê parêzgeha Silêmaniyê, Germiyan û Çemçemalê barîbû û lehî rabû.

Yekser piştî karesatê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû aliyên peywendîdar raspardibûn ku bi lez bi hawara welatiyan ve biçin û alîkariyên hikûmetê gihîştin navçeyên ziyandîtî.