Sekreterê Giştî yê NY gihişt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres bi mebesta beşdarî merasîma bidawîhatina erkê UNAMI bibe, gihişt paytexta Iraqê. Piştî 22 salan, erkê siyasî yê vê şandeyê li Iraqê bidawî tê. 

Antonio Guterres îro 13ê Berçileya 2025n bi serdaneke fermî gihişt Bexdayê. Biryar e îro bi amadebûna wî û berpirsên bilind ên Iraqê, merasîmeke taybet ji bo bidawîanîna erkê Şandeya Neteweyên Yekgirtî ya ji bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) were lidarxistin.

Çîroka UNAMI: 2003 - 2025

UNAMI di 14ê Tebaxa 2003yan de bi biryara hejmar 1500 a Encûmena Asayişê û li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatibû damezrandin. Di nava van du dehsalan de, erkê wê yê sereke piştevaniya hikûmet û gelê Iraqê bû di warên wekî:

- Siyasî: Navbênkarî û şêwirmendiya ji bo diyaloga siyasî û aştiya niştimanî.

- Hilbijartin: Alîkarî di şeş hilbijartinên giştî de û dabînkirina çavdêriyê.

- Mafên Mirovan: Pêşxistin û parastina mafên mirovan û çaksaziya dadweriyê.

- Lêkolîna Tawanên DAIŞê: Ji sala 2017an ve hevkariya dadgehkirina endamên DAIŞê.

Çima bidawî tê?

Di Gulana 2024an de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî nameyek ji Guterres re şandibû û daxwaza bidawîanîna erkê UNAMI kiribû. Sûdanî sedema ev yekê bi "pêkhatina seqamgîriya siyasî û ewlehiyê" ve girê dabû û gotibû êdî pêdivî bi şandeyeke siyasî nîne.

Li ser vê daxwazê, Encûmena Asayişê di 31ê Gulana 2024an de biryar da ku erkê UNAMI tenê heta 31ê Berçileya 2025an bê dirêjkirin û piştî wê dîrokê hemû çalakiyên wê bên rawestandin.

NY li Iraqê dimîne

Hat tekez kirin, bidawîhatina erkê UNAMI nayê wateya derketina Neteweyên Yekgirtî ji Iraqê. 23 ajans û bernameyên din ên NY yên ku di warên geşepêdan û mirovî de kar dikin, dê li welêt bimînin û karên xwe berdewam bikin.

Tevî vê yekê, hinek çavdêr nîgeran in ku vekişîna baskê siyasî yê NY (UNAMI), dibe ku bibe sedema kêmbûna çavdêriya navdewletî, bi taybetî di warê mafên mirovan û hilbijartinan de.