Heta niha li Kurdistanê nêzîkî 600 kîlometre erd ji mînan hatiye paqijkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan li Herêma Kurdistanê ragihand, piraniya zeviyên mînkirî hatine paqijkirin, lê ji ber hevkarnekirina hikûmeta Iraqê, proseya paqijkirina temamî dereng ketiye û ew amadekariyê dikin daku daxwaza dirêjkirina mohleta Peymana Ottawayê bikin.

Li gorî amarên fermî, ji tevahiya 779 kîlometre çargoşe erdê mînkirî li Herêma Kurdistanê, heta niha 576 kîlometre çargoşe hatiye paqijkirin. Lê belê şûnmayên rejîma berê hîn jî metirsî ne û heta niha 13 hezar û 600 kes bûne qurbaniya van mîn û teqemeniyan.

Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mînan Cebar Mistefa ragihand, li gorî Peymana Ottawayê ya navdewletî, diviyabû heta sala 2018an Iraq û Herêma Kurdistanê bi temamî ji mînan bihata paqijkirin.

Cebar Mistefa got: "Ji ber ku nekarîn pêbend bin, mohlet 10 salan (heta 2028an) hat dirêjkirin. Niha em plan dikin ku ligel Iraqê daxwaza dirêjkirina mohletê ji Serokatiya Peymana Ottawayê bikin."

Hat diyarkirin ku sedema sereke ya vê derengketinê, hevkarnekirina hikûmeta Iraqê di vî warî de ye.

Berpirsê Beşa Çalakiyan li Rêveberiya Karûbarên Mînan a Dihokê Ebdulazîz Mihemed Salih, mînan wekî "dijminê nediyar" pênase dike û dibêje: "Ev dijmin di bin erdê de veşartî ye û nayê dîtin. Pêwîst e em gelekî bi hûrgilî serederiyê ligel bikin. Em bi tîmên xwe re kar dikin û hişyariyê belav dikin da ku bi awayekî ewle bên jinavbirin."

Paqijkirina mînan rasterast bandorê li jiyana cotkaran dike. Adîb Ekrem, yek ji welatiyên deverê ye, ji Kurdistan24ê re got: "Piştî paqijkirinê, em bê pirsgirêk diçin ser zeviyên xwe, dikêlin û genim diçînin. Berê li vir gelek şivan dibûn qurbanî, lê niha ew metirsî nemaye."

Piraniya van mînan di salên 1980î de ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve bi armanca rêgirtin û jinavbirina xelkê Kurdistanê hatine çandin.