Dadgerê berê yê DMME: Heta astengiyên li pêş demokrasiyê ranebin, aştî ne pêkan e

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê komisyona bo proseya aştiyê êdî di qonaxa amadekirina pêşniyarên yaseyî de ye. Ligel vê yekê endama şandeya Îmralî ya DEM Partî her dubare dike ku qonaxa yekem temam bûye û divê yaseyên aştiyê bên derxistin. Di vî warî de ligel ku parlamenterekî DEM Partiyê dibêje bêyî pêwistiya hin guherînên di destûrê de jî dikarin hin qanûn bên derxistin, Dadgerê berê yê DMMYê jî dide zanîn ku beriya derxistina yaseyan pêwîstî bi civakîbûna proseyê heye.

Li Tirkiyeyê, partiyên siyasî bo çareseriya Pirsa Kurd êdî raporên xwe yên pêşniyarên yasayî pêşkêşî serokatiya meclîsê dikin. Di demek wiha de, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî jî dîplomasiya xwe zêde dike ku serdana partiyên din dike. Endama şandeyê, Pervîn Buldan jî ragihand, qonaxa yekem a proseyê bi dawî bûye, êdî dema derxistina yasayên aştiyê û çaksaziyên di vî warî de ye. Li ser nîqaşên yaseyên aştiyê jî parlamenterê DEM Partiyê dide zanîn ku em dikarin bibêjin şer qediya ye û çekdanîn jî heta astekê pêk hatiye ku êdî bêyî hin sazkirinên destûrê bi derxistina yaseyan jî dê prose pêşvetir biçe

Parlamenterê DEM Partî yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî ji K24ê re got: “Şervanên PKKê hene, bi deh hezaran kes li derveyî welat in, bi hezaran kes jî li hundirû ne. Eger derheqê vanan de qanûnek neye çêkirin yanî hinek qanûn neyên guhertin, qanûn em nebêjin efûkirin ku em behsa wê nakin. Lê eger hareketek bi dawî bibe, lazim e êdî endamê wê hareketê jî, ji îro pêştir neyên darizandin. Çimkî hareket bi dawî bûye. Ji bo dawiya şer divê hin qanûn bên çêkirin pey vê de em bibêjin destûra bingehîn de hin guherîn çêbibin. Lazim e nasnameya Kurdan di makezagonê de bê qebûlkirin lê belê ev ne rojeva îro ye.”

Dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berê Riza Turmen jî dide zanîn ku heta li Tirkiyeyê demokrasi neyê dabîn kirin hûn nikarin Pirsa Kurd çareser bikin û heta Pirsa Kurd çareser nebe jî demokrasî nayê Tirkiyeyê.

Dadgerê berê yê DMMEyê Riza Turmen dibêje: “Astengiya herî mezin li pêşiya civakîbûna proseyê, nebûna proseyeke demokrastîkbûnê ye. Aştî û demokrasi divê ligel hev bimeşin. Loma ji bo çareseriya Pirsa Kurd, divê sepanên dijî demokrasiyê ji holê rabin. Wek kesên ku gel wan hilbijartiye lê di girtîgehan de ne, nerêziya li hember darizandineke adilane, nedabînkirina xweserbûna darazê û sepanên qeyûman. Lazim ev bên çareserkirin. Heta ev astengî hebin ne bawerî bi proseyê tê ne civakî dibe û ne jî serkeftî dibe.”

Herwiha Şandeya Îmrali ya DEM Partî 16ê Qanûnê jî serdana CHPê dê bike û dê bi serokê giştî yê CHPê Ozgur Ozel re bicive. Tê payîn di van hevdîtinan de jî dîsa ji bo pêngavên di warê derxistina yaseyên aştiyê de danûstandin werin kirin.