Alîkariya Hevpeymanan ji bo Pêşmergeyan tê belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Alîkariya Hevpeymanan îro (Duşem, 15.12.2025) gihîşt Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêkarên îdarî ji bo belavkirina wê alîkariyê hatine destpêkirin.

Li gorî zanyarên Peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq, eger ew alîkarî îro bigihîje bankan, sibe (Sêşem, 16.12.2025) dest bi belavkirinê tê kirin û ew alîkarî ji bo meha Mijdarê ye.

Alîkariya darayî ya Hevpeymanan ji bo Cotmehê li roja Sêşemê (4 Mijdara 2025ê) li hesabê Wezareta Pêşmerge hatibû zêdekirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, li roja Çarşemê (5ê Mijdara 2025ê) ji hêla Birêvebiriya Giştî ya Budce û Bernameyan (Hejmarkariya Leşkerî) ve ji bo temamkirina amadekariyan dest bi rêkarên darayî û hejmarkarî hatibû kirin. Ji bo vê armancê jî, li roja Pêncşemê (6ê Mijdara 2025ê) dest bi belavkirina wê alîkariyê hatibû kirin.

Wezareta Pêşmerge eşkere jî kir, di vê mehê de zêdetir ji %97 ya efser, piledar û Pêşmergeyan bi rêya projeya "Hejmara Min" alîkariya Hevpeymanan werdigirin, ên mayî jî bi rêya pergala bankê alîkariyan werdigirin.