Dana Gas û Crescent Petroleum du milyon dolaran pêşkêşî zirardîtiyên lehiya Çemçemalê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Şîrketên Dana Gas û Crescent Petroleum bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê du milyon dolarên Amerîkayî pêşkêşî wan malbatan dike yên ku di lehiya Çemçemalê de zirar dîtiye.
Berdevkê Şîrketa Dana Gasê Şakir Wacid Şakir îro (Duşem, 15.12.2025) di daxuyaniyekê de amaje da ku, di rojên borî de qezaya Çemçemalê rûbirûyî pêleka dijwar a baranê û lehiyan bû, ku zirarên madî yên giran gihandine mal, dezgeh û cihên bazirganî, ku mixabin bûye sedema mirina hejmareka welatiyan jî.
Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku, bi hestkirina bi berpirsiyariya mirovî û neteweyî, herdu şîrketên Dana Gas û Crescent Petroleum di çarçoveya “Hevpeymaniya Pearl Petroleum”ê de, bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî pêşengî kir, ji bo pêşkêşkirina alîkariyeka darayî bi nirxê du milyon dolarên Amerîkayî wekî piştevaniyek ji bo malbatên zirardîtî.
Wê daxuyaniyê amaje jî da ku, Dana Gas û Crescent Petroleum pabendbûna xwe bi piştgirî û alîkariya zirardîtiyan tekez kir, herwesa karkirina li kêleka hemî aliyên peywendîdar û rawestana li kêleka şêniyên qezaya Çemçemalê ji bo derbazkirina vê êşê û kêmkirina bandora wê, da ku bikarin hêviyê ji bo jiyana wan vegerînin û vê krîza mirovî ya dijwar kontrol bikin.