Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê li ser pêvajoya aştiyê dicive

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê dicive û pêvajoya aştiyê û bicihanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de nîqaş dike.

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê îro (Duşem, 15.12.2025) bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

Li gorî medyaya nêzîkî hikûmetê, mijara sereke ya wê civînê dê nîqaşkirina peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de be, herwesa pêşketinên dawiyê yên bicihanîna wê peymanê jî dê bên behskirin.

Mijareka din jî ya wê civînê dê pêvajoya aştiyê ya niha ya Tirkiyeyê be, ku desthilat wê wekî pêvajoya 'Tirkiyeya bê teror' binav dike.

Di çarçoveya wê pêvajoyê de, komîsyonek li parlamentoyê hatiye damezrandin û ew komîsyon raportekê li ser pêşniyarên reforma qanûnî ji bo pêvajoya aştiyê amade dike.

Tê çaverêkirin ku, pêngavên amadekirina wê raportê û pêşketinên pêvajoya aştiyê ji hêla kesên amadebûyî ve bên nîqaşkirin.