Mesrûr Barzanî û Francois Tricot metirsiyên terorê li ser Iraq û Sûriyeyê nîqaş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Bilind ê Fransayê di Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de kir û pê re pêşxistina têkiliyên Fransa û Herêma Kurdistanê, rewşa ewlehiyê ya Iraqê û rûbirûbûna metirsiyên terorê û gefên DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê nîqaş kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 15.12.2025) pêşwaziya Nûnerê Bilind ê Fransayê di Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de General Francois Tricot kir.
Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jan Brem jî amade bûbû, pêşxistina têkiliyên Fransa û Herêma Kurdistanê, rewşa ewlehiyê ya Iraqê û rûbirûbûna metirsiyên terorê û gefên DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Herdu alî li ser girîngiya berdewambûna piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyan û hevahengiya di navbera Hevpeymaniya Navneteweyî û Herêma Kurdistanê de ji bo rûbirûbûna terorê û parastina ewlehî û aramiya deverê hevnerîn bûn.