Alîkariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser kesên ji destê DAIŞê rizgar bûne tê belavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Alîkariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo meha Mijdarê li ser wan kesan tê belavkirin ên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.
Serokê Bingeha Lalişê Seîd Cirdo ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Derman Baedrî re ragihand: “Alîkariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 15.12.2025) li Şêxanê li ser wan kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne tê belavkirin.”
Li gorî gotina Seîd Cirdo, zêdetirî sê hezar û 575 kesan dê ji vê alîkariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî feydeyî werbigirin. Navbirî tekez jî kir ku, ew pêvajo dê berdewam be û her meh kesên nû navên xwe ji bo wergirtina wê alîkariyê tomar dikin.
Ev alîkariya darayî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li jêr navê “Ji Rondikan ber bi Hêviyê” û bêyî cudahî dê li ser hemî kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne bê belavkirin, bi taybetî yên ku niha li derveyî welat dijîn.
Projeya piştgiriya darayî ji bo kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne li Tîrmeha 2024ê ji hêla Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat ragihandin û li Tebaxa eynî salê hat bicihanîn.
Ev pêngav pareka bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo alîkariya qurbaniyên destê DAIŞê û hîskirina bi wan êş û ziraran ên ku gihîştine Kurdên Êzîdî.
Ji bilî vê alîkariya darayî ya mehane, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek xizmetên din jî pêşkêşî kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne kirine, wekî biryara dabînkirina perwerdehiya belaş li zanîngeh û kolejên taybet û giştî ji bo kesên kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.