Ji ber lehiyê herî zêde zirar gihîşt şêniyên komelgeha Şoreşê
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wê pêla baranê ya ku Herêma Kurdistanê vegirt, li gelek deveran lehî çê bûn û zirarên canî û madî jê peyda bûn. Yek ji wan deverên ku herî zêde zirar gihîştiyê qezaya Çemçemalê bû, xasma jî komelgeha Şoreşê.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal got: “Li sînorê qezaya Çemçemalê, herî zêde zirar gihîştiye xelkê komelgeha Şoreşê, xasma jî şêniyên taxa Baweyîyê.”
Hawjîn Cemal eşkere jî kir: “Ji ber dijwariya rewşa jiyanê û zêdehiya ziraran, hin ji şêniyên wê deverê neçar mane ku li tax û kolanên din xaniyan kirê bikin heta ku taxên wan ji av û heriyê tên paqijkirin û şert û mercên jiyanê li wan deveran dîsa normal dibin.”
Welatiyekê taxa Baweyîyê li komelgeha Şoreşê di vî warî de ji Kurdistan24ê re got: "Ez Pêşmerge me. Dema ku lehî çê bû, ez li ser erkê xwe bûm. Xelkê deverê bi mal û zarokên min re gihîştin û ew rizgar kirin."
Wî welatî herwesa got: "Her tiştê ku min hebû wêran bû. Tiştê ku niha min heye ji hêla xêrxwazan ve ji me re hatiye dabînkirin. Ev nêzîkî salekê ye ku min xaniyê xwe ava kiriye û hîn min deynê çêkirina xaniyê xwe nedaye. Niha hûn dibînin ku lehiyê ew jî wêran kiriye."
Welatiyekê din jî got: “Di roja wê bûyerê de, me tenê karî xwe xilas bikin. Ji ber xetera wê lehiyê, me nekarî tu kelûpelên malê veguhêzin cihekê ewle. Niha tu tiştek ji me re nemaye, lê spas ji Xudê re ku em ewle ne.”
Pêleka bihêz û giran a baranê li roja Duşemê (8ê Berçileya 2025ê) piraniya parêzgeh û deverên Herêma Kurdistanê vegirtin, û ji ber barana zêde li hin deveran lehî rabû û gelek zirarên canî û madî çê bûn.