Guhdar Şêxo: Ev nasnav Herêma Kurdistanê zêdetir dide nasandin

Guhdar Şêxo
Guhdar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê got ku, Zaxo ne tenê di warê werzişê de pêş ketiye, belkî di warê geştiyariyê de gelek pêş ketiye û niha bajarê herî paqij ê tevaya Iraqê ye.

Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro (Sêşem, 16.12.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev nasnav dibe sedema wê yekê ku Herêma Kurdistanê zêdetir bê nasandin û werzişa Kurdistanê zêdetir pêş bikeve. Me karî nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku em dikarin bi welatên din ên cîhanê re pêşbaziyê bikin."

Guhdar Şexo herwesa got: "Ez dixwazim spasiya gelê Kurdistanê yê ku li Ewropayê dijî bikim, ji ber piştgiriya wan ji me re. Herwesa Serok Barzanî bi rêya telefonê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir.”

Guhdar Şêxo eşkere jî kir: “Zaxo di hemî waran de li Herêma Kurdistanê bûye semboleka xweşik, ev jî ji ber piştgiriya berdewam a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Rêveberiya Zaxoyê ye, di sektora geştiyariyê de pêşketineka baş tomar kiriye, herwesa Zaxo bajarê herî paqij ê hemî Iraqê ye.”

FIFAyê îro (Sêşem, 16.12.2025) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku, Alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê li ser asta cîhanê herî zêde deng bi dest xistine û wekî baştirîn alîgirên salê hatin hilbijartin.