Serok Barzanî pîrozbahiya gelê Kurdistanê û alîgirên Yaneya Zaxoyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber bidestxistina nasnavê baştirîn alîgirên werzişê li ser asta cîhanê, Serok Barzanî pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê, xelkê Zaxoyê û alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 16.12.2025) bi rêya telefonê peywendî bi Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo kir.
Serok Barzanî di wê peywendiyê de pîrozbahî li gelê Kurdistan û Zaxoyê û alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê kir, ji ber bidestxistina nasnavê baştirîn alîgirên werzişê li ser asta cîhanê ku ji aliyê Yekîtiya Futbolê ya Cîhanê (FIFA) ji bo sala 2025ê bi alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê re hat pêşkêşkirin.
Serok Barzanî ev nasnav wekî bûyereka dîrokî binav kir û ji lîstikvanan û Yaneya Zaxoyê ya Werzişê re jî serkeftin xwest.
Biryar e ku Nûnerê Zaxoyê îşev bi rêya internetê tevlî merasîma FIFAyê li Dohaya paytexta Qeterê bibe, û ji aliyê Serokê FIFAyê jî ve dê lê bê pîrozkirin.
Ji bilî Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareka din a kesatiyên navdar jî her îro pîrozbahî li Alîgirên Yaneya Zaxoyê kir.
FIFAyê îro (Sêşem, 16.12.2025) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku, Alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê li ser asta cîhanê herî zêde deng bi dest xistine û wekî baştirîn alîgirên salê hatin hilbijartin.