Kırmızıgül bo keça Zaxoyê: Tu bûyî wijdana cîhanê û xewna te gihîşt lûtkeya FIFAyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermendê navdar Mahsun Kırmızıgül di peyameka pirî soz de pesnê Nîpelê, keça piçûk a Zaxoyê, da û dengvedana cîhanî ya wêneyê wê wekî serkeftina hêza hevgirtinê ya futbolê û xewna zarokekê binav kir. Herwesa ragihand ku, dengê wê keça Kurd ji sînoran derbaz bûye û bûye wijdana cîhanê.
Mahsun Kırmızıgül îro (Sêşem, 16.12.2025) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye: “Ew keça alîgira Zaxoyê bi evîna xwe ya zelal û bi wê coşa ku ji bo yaneya xwe heye karî bigihîje mezintirîn şanoya futbolê ya cîhanê û di encamê de ji bo wergirtina xelata Baştirîn Alîgirên FIFAyê bê destnîşankirin.”
Navbirî, ku berî çend rojan li dûrî çavikên kamerayan piştgiriya Nîpelê kiribû, spasdariya xwe ji bo hemî kesên ku li dû banga wî çûn û piştgirî da wê keça zarok anî ziman, ji ber ku armanc ne tenê xuyabûn bû, belkî dîtina wan dîmenan bû yên ku pêştir hatibûn paşguhkirin.
Di pareka din a peyama xwe de, Kırmızıgül pîrozbahî li her kesekî kiriye û ew destkeftî ne tenê wekî xelatek, belkî wekî serkeftina xewna zarokekê û hêza hevgirtina werzişê binav kiriye û dilxweşiya xwe diyar kiriye ku xelk li kêleka Nîpelê rawestiyaye.
Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareka din a kesatiyên navdar jî her îro pîrozbahî li Alîgirên Yaneya Zaxoyê kir.
FIFAyê îro (Sêşem, 16.12.2025) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku, Alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê li ser asta cîhanê herî zêde deng bi dest xistine û wekî baştirîn alîgirên salê hatin hilbijartin.
Zaho’nun Kızı Nipel, Dünyanın Vicdanı Oldu
— Mahsun Kırmızıgül (@Mhsnkrmzgl) December 16, 2025
Bir süre önce Zakho’dan bir kız çocuğu,
saf sevgisiyle,
takımı için attığı çığlıkla, dünyanın en büyük futbol sahnesine çıktı. Ve Nipel, FIFA “En İyi Taraftar” ödülünde seçildi.
Günler önce sizlerden Nipel için destek istemiştim.… pic.twitter.com/tbIRKALi0C