Serokê Hikûmetê 335 milyon dînar ji bo Çemçemalê terxan kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd, di merasîma Roja Alaya Kurdistanê ya li Çemçemalê de ragihand, bi piştevaniya Serokwezîr, wan zêdetirî 300 milyon dînar wekî alîkariya bilez ji bo kerta perwerdeya Çemçemalê terxan kiriye.
Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd îro 17ê Berçileyê serdana nahiya Tekiyeyê ya ser bi qezaya Çemçemalê ve kir û çend biryarên girîng ji bo piştgiriya deverê aşkere kirin.
Wezîrê Perwerdeyê diyar kir ku bi giştî 335 milyon dînar wekî budceya hawarhatinê û dabînkirina pêdiviyan hatiye terxankirin. Dabeşkirina vê budceyê wiha ye:
- 130 milyon dînar: Wekî drav (kaş) radestî Perwerdeya Silêmaniyê hatiye kirin ji bo nûjenkirina wan dibistanên ku ziyan dîtine.
- 100 milyon dînar: Ji bo dabînkirina wan kelûpelên ku Perwerdeya Çemçemalê daxwaz kiribûn.
- 101 milyon dînar: Ji bo kirîna 85 hezar pirtûkên nû, 2 hezar çente û pêdiviyên nivîsînê (qirtasiye).
Derbarê projeyên berê yên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, Alan Hama Seîd bal kişand ser wê yekê ku ji sala 2022yan ve rizamendî li ser xercikirina zêdetirî 5 milyar dînarî hatiye dayîn ji bo nûjenkirin, avakirin û temamkirina dibistanan. Wezîr bang li rojnamevanan kir ku lidûçûnê bikin ka çend ji vê pareyê bi rastî hatiye xercikirin.
Wezîrê Perwerdeyê ragihand jî, wan biryar daye "Supas û Pêzanîn"a fermî arasteyî hemû mamosteyên Çemçemalê bikin, wekî rêzgirtinek ji bo wê dilsoziya ku di karesata lehiyê de nîşan dane.
Di dawiyê de Alan Hama Seîd behsa stratejiya nû ya dabeşkirina budceyê kir û got: "Me ji pişka Hewlêr û Dihokê kêm kiriye û rêjeya ji sedî 2 li pişka Germiyan û Helebceyê zêde kiriye. Bi vê yekê pişka Germiyanê ji %4 bo %8 bilind bûye û me budceya her parêzgehekê ji bo wan şandiye, da ku xerc bikin."