Bi hezaran cotkar ji projeyeke Hikûmeta Herêmê sûdmend dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Çandiniya Hewlêrê ragihand, bi avakirina sê westgehên nû yên elektrîkê, pirsgirêka enerjiyê ya bi hezaran cotkar û xwediyên projeyên çandiniyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê tê çareserkirin.

Rêveberê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê Hêmin Seyîdmurad îro 26ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ji bo malpera Kurdistan24ê aşkere kir, bi biryara Wezareta Elektrîkê, qonaxeke nû di dabînkirina elektrîka niştimanî de ji bo kerta çandiniyê dest pê kiriye.

Seyîdmurad da zanîn, bi budceya nêzîkî 100 milyar dînaran, projeya danîna sê westgehên elektrîkê yên bi hêza 132 KV li deverên (8ê Hesarokan, Navçeya Pîşesazî ya Tîmar û Şemamkê) tê cîbicîkirin. Ev proje dê bi taybetî bandoreke erênî li ser Deşta Şemamkê bike.

Rêveberê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê tekez kir ku "Projeya Ronakî" sûdeke mezin gihandiye kerta çandiniyê û bi saya vê projeyê, êdî cotkar bi kêşeya nebûna elektrîkê re rûbirû namînin.

Ji aliyê din ve, Rêveberê Samanên Masiyan di Wezareta Çandiniyê de, Bêstûn Bekir, berê diyar kiribû ku daxwazeke mezin a xwediyên projeyan li ser elektrîka 24 saetî heye. Bekir destnîşan kir, di navbera Wezareta Çandiniyê û Wezareta Elektrîkê de hevahengiyeke tam heye û hemû hêsankarî ji bo welatiyan têne kirin, da ku bikaribin elektrîka herdemî bikşînin ser projeyên xwe.

Berpirsên çandiniyê daxwaz dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê elektrîka 24 saetî ne tenê ji bo navendên pîşesazî, lê bigihîne herêmên derdora bajaran û gundan jî, da ku berhemanîna navxwe ya çandiniyê geş bibe û lêçûnên cotkaran kêm bibin.