Diyarbekir ber bi rekora “2 milyon geştiyaran” ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê geştiyarî her ku diçe pêş dikeve û geştiyarên Ewropî jî eleqeyeke zêde bo Diyarbekirê nîşan didin. Pisporên qada geştiyariyê balê dikêşin ku di pêvajoya çareseriyê de, her ku diçe hejmara geştiyarên tên Diyarbekirê zêdetir dibin û ji ber ku pirsgirêkên ewlekariyê kêm dibin û aramî jî belav dibe, dîroka dewlemend û rengîn a Diyarbekirê bêhtir tê nasîn ku piraniya geşrtiyarên tên Diyarbekirê didin zanîn ku ev cara yekem e tên Diyarbekirê.

Bi hatina biharê, germbuna hewayê û aramiya girêdayî pêvajoya çareseriyê re geştiyar ber bi şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê ve diherikin. Berê dema ku Diyarbekir di warê geştiyariyê de di lîsteya sor ango di nava bajarên metirsîdar de bû geştiyar dihatin heta ruhayê û vedigeriyan, lê niha Diyarbekirî ji wê lîsteyê derketiye û kompaniyên geştiyariyê di geştên xwe de cih didin Diyarbekirê jî. Pisporên qada geştiyariyê didin zanîn wisa bidome dê Diyarbekir dawiya salê de bigihîje 2 milyon geştiyaran.

Serokê Komeleya Danasîn û Geştiyariya Diyarbekirê Edîp Paçal ji K24ê re got: “Li aliyekê qeyrana aboriyê heye û li aliyekê şerê Rojhilata Navîn heye ku rewşên wisa bandorek neyînî li geştiyariyê dikin, lê hêza pêvajoya çareseriyê kariye hemû rewşên neyînî ji holê rake ku xuya ye emê îsal ji 2 milyon geştiyaran zêdetir geşriyaran bikêşin.  Restorasyona bircên Diyarbekirê gelek dirêj bû pêwîst bû ku heta niha bi dawî bibûya, ew jî bi dawî bibe emê her sal ji 2 milyonan gelek zêdetir geştiyaran bikêşin.”

Pirraniya geştiyarên ku tên Diyarbekirê cara yekem e ku Diyarbekir dibînin û balê dikêşin ku hem şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê bedew in û hem jî çanda pêkvejiyanê ya Diyarbekirê tê dîtin ku ol û neteweyên cuda bi çanda xwe nirxê dîrokî yê Diyarbekirê av dane.

Geştiyar Jan Schumacher: “Ez ji Almanyayê têm, cara yekem e ez Diyarbekirê dibînim, beriya em werin me hinek tişt derbarê Diyarbekirê de xwendibûn, me dizanî evder bajarekî kurdan e, baweriyên cuda nav hevde tên dîtin, dêr û mizgeft cem hev in, ev jî bo me balkêş e.

Geştiyar Cozie Cubris: "Bajarek gelek bedew e, ev cara yekem e ez têm Diyarbekirê, dîroka Diyarbekir dîrokek dewlemend e, şunwarên wê yên cawaz û rengîn gelek bandor li min kirin."

Geştiyar Zehra Yilmaz: “Ez ji Fransayê têm, ez bi xwe ji Dîlokê me, min navê Diyarbekirê gelek bihîstibû, lê cara yekem e ez têm Diyarbekirê, bi rastî bajarek gelek xweş e, bila herkes were Diyarbekirê bibîne."

Geştiyar Gonul Ozturk: “Ev cara yekem e ez têm Diyarbekirê, bila werin Diyarbekirê bibînin, çanda me li vê derê ye.”

Gaştiyar Mustafa Yagci: “Ez ji Hollandayê têm, ez ji bajarê Qeyseriyê me, her dem dilê min de bu ku Diyarbekirê bibînim, bi rastî bajarekî bêhempa ye, ez bang li herkesî dikim ku bila bên Diyarbekirê bibînin, bajarek efsûnî ye”

Di pêvajoya çareseriyê ya borî de, ango di sala 2013an de 230 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kiribûn ku sala 2025an de ev hejmar bû 1,600,000 geştiyar ku pispor balê dikêşin eger çareserî û aştiyeke mayînde pêk were, wê demê dê 2 milyon geştiyar bo Diyarbekirê, ne wek rekortekê, lê dê wek hejmarek ji rêzê be.