Bi hatina biharê re Girava Axtamarê wek "Bûka Spî" hat xemilandin

Wan (K24) – Li bajarê Wanê, bi destpêkirina werzê biharê re, Girava Axtamarê ya ku di nava Gola Wanê de ye, bi kulîlkên darên behîvan xemilî. Girava ku bi dêra xwe ya dîrokî navdar e, di van rojan de bûye navenda bala geştyaran û dîmenên bêhempa pêşkêş dike.

Girava Axtamarê ku yek ji girîngtirîn navendên dîrokî û geştiyarî yên Bakurê Kurdistanê ye, bi hatina biharê re kincên xwe yên spî li xwe kirin. Darên behîvê yên li ser giravê ku bi dehan sal in li dora Dêra Axtamarê şîn dibin, îsal jî bi kulîlkên xwe girav mîna "bûka spî" xemilandin.

Girava Axtamarê, di nava şînahiya Gola Wanê de û li hemberî lûtkeyên bi berf ên çiyayên Sîpan û Artosê, atmosfereke efsûnî ava dike. Dengê pêlên golê, qêrîna bi hezaran qaqlîbazan û liv û tevgera keroşkan, li ser giravê "orkestrayeke xwezayî" pêk tînin ku bala her serdankerekî dikişîne.

Rojane bi sedan geştyar ji bajarên cuda yên Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi qeyikan derbasî giravê dibin. Beyza Batmanî, geştyareke ku ji Batmanê hatiye, kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ez hatim vir da ku vê xweşiyê bibînim. Cihên pir pir xweş in, divê her kes were û van deran bibîne."

Girava Axtamarê ne tenê bi xwezaya xwe, lê bi çîrokên xwe yên efsanewî jî tê naskirin. Solîn Sera Doskî ku dîzaynera kincên kurdî ye, bi kincên xwe yên neteweyî serdana giravê kir û got: "Wekî hûn dizanin, Girava Axtamarê cihê eşqa Meryem û Elî ye. Cihekî pir girîng e û divê em van deran biparêzin. Ez wek dîzayner hatim vir bi kincên kurdî, daku mirov çanda me bêtir nas bikin."

Heya ku kulîlkên darên behîvan neweşiyabin, Girava Axtamarê wekî "bihişta li ser erdê" tê pênasekirin. Rayedar û niştecîhên herêmê bang li hemû dildarên xwezayê û dîrokê dikin ku beriya dawiya werzî kulîlkvedanê, werin û vê şahiya biharê ji nêz ve bibînin.